Erdogan Alturk, ji cîranên xwe yê Ermen hînî tamîrkirina gramofonan bûye û di heman demê de şêwekar e. Ew dibêje, dema ne mislimanan koç kir, hunerî jî bi wan re koç kir. 

Li Taxa Kernek a Meletiyê, hosteyê saet û gramofonan Erdogan Alturk êdî 83 salî ye, tevî tamîrvaniya sarincan, radyo û saetan, pêlavan jî tamîr dike û her wiha terzîtiyê jî dike. Alturk got, ew ji hosteyên Ermenî hînî gelek pîşeyan bûye. 

Alturk diyar dike ku piştî wî dibistana hunerî ya Meletiyê kuta kiriye, li Elmanyayê perwerdehiya xwe domandiye. Alturk ku vê dikana xwe ya ku nêzî 6 hezar berhemên entîqe tê de hene, wek muzeya hunerî pênase dike, di heman demê de şêwekar e jî û wêneyên wî yên çanda herêmê didin der, balê dikişînin. 


Ne dikana nokan a hostetiyê

Alturk dibêje, “Dema diçûm dibistanê, di heman demê de ji bo tamîrkeriyê bikim min li bazara kevinan dikanek kirê kiribû. Min dixwest bêyî haya bavê min jê hebe pereyan qezenc bikim û biçim li Elmanyayê bixwînim. Bavê min jî dixwest ez li dikana wî ya nokan û şekiran binihêrim. Lê belê min dixwest xwe bi pêş ve bibim. Ji dema ku ji Ewrûpayê vegeriyam, vî karî didomînim. Dema li gramofonê dixim, destê xwe dixim hundurê wê û ji lerza wê fêm dikim pirsgirêk di ku de ye.” Alturk dibêje, ji bo tamîra gramofonan gelek kes hem ji welat hem jî ji derveyî welat tên cem wî. 

 

Welatê xurdeya hunerî

Alturk, dest nîşan dike ku li Tirkiyeyê sineetkar tên eciqandin û  dibêje, “Sineetkar dibêjin ‘ez di vî sineetî de eciqîm. Ez ê nehêlim zaroka min bieciqe, bila bixwîne.’ Çimkî li welêt bi navê huner tiştek nema. Bila bixwînin, kes nabêje bila nexwînin. Lê belê tevî vê bila hînî sineetekî jî bibe. Tirkiye vediguhere xurdeya hunerî, divê ciwan bi hunerê re bilî bibin.”

Alturk bi bîr dixe ku sineetkarên herêmê, ne misilman bûn û bi koçberiya wan re her ku çû sineetkar kêm bûn. Alturk dibêje, “Li taxa me hevalên Ermenî hebûn. Bi pirranî ew sineetkar bûn. Bi bûyera 6-7’ê Îlona 1950’yî re û li Îzmîr û Stenbolê bi şewitandina dikan û malên Ermenî û rûman re, wê pêvajoyê dest pê kir. Heta wan rojan jî em xwişk û bira bûn. Van bûyeran bandor li Meletiyê jî kir.” 


MA / MELETÎ