Partiyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê helwesta bomberabana dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê û helwesta Herêma Kurdistanê li gel êrîşan, rexne kirin. Partiyên Başûr Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Komela Îslamî û her wiha Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD), Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî) êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew êrîş di heman demê de li îradeya Kurdistanê hatiye kirin. Koma YNK’ê ya li Parlemana Herêma Kurdistanê, bi armanca êrîşa dewleta Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya bîne rojeva Meclîsê, daxwaza rûniştineke taybet kir. 


YNK wê êrîşên dewleta Tirk bîne Meclîsê

Polîtburoya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) doh derbarê êrişên hewayî yên Tirkiyê li ser Herêmên Parastina Medya daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Polîtburoya YNK’ê berê daxuyaniya xwe dide serokatiya Herêma Kurdistanê û wiha dibêje: “Em daxwaz ji serokatî û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin tişta ji wan were van êrişan bidin rawestandin û di çareseriyê de beşdar bibin. Bi lezûbez gavan bavêjin. Ji ber ku hikûmeta hevpeymaniyê ye, lewra em pêwîst dibinin civînek bi beşdariya hemû aliyên siyasî di demeke herî zû de were lidarxistin. Ji bo hemû alî tevlî çawaniya çareserkirina pirsgirêkan de bibin.” 

Her wiha Koma YNK’ê ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê, bi armanca êrîşa dewleta Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya bîne rojeva Meclîsê daxwaza rûniştineke taybet kir.

Cîgirê duyemîn ê sekreterê giştî yê YNK’ê Dr. Berhem Salih jî li ser tora civakî daxuyaniyek weşand û xemgîniya xwe ya beramberî êrişên Tirkiyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê nîşan da û got: “Bi çek û darbeyan îradeya azadîxwaz a gelê Kurdistanê ji nav naçe.”

  

Soran Omer: Şermezar nekirina êrişên Tirkiyê xiyanet e 

Parlamenterê Komela Îslamî ya Kurdistanê û serokê komîteya mafê mirovan li parlemana Herêma Kurdistanê derbarê bombekirina Herêmên Parastina Medya û baregehên PKK’ê de got ku şermezar nekirina bombebaranê xiyanet e.

Soran Omer li ser tora civakî wiha dewam dike: “Ev karasetek nû ye berê xwe daye Herêma Kurdistan û navçeyê. Xencer kirina Kurdên bakûr e û firotina berjewendiyên başûr e ji bo berjewendiyên taybet.”


Tevgera Goran: Êrîşên Tirkiyeyê ziyanê didin aliyên siyasî

Berpirsê Dîplomasî yê Tevgera Goran Mihemed Tofîq Rehîm jî derbarê êrîşên pêr bi şev de diyar kir ku ev êrîş ne di berjewendiyên aliyên siyasî de ne û zererê digihînin hemû aliyan. Rehîm destnîşan kir ku divê ji aliyê hemû sazî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ve ev êriş bên şermezar kirin û wiha peyivî: “Me digot êrîşên balafirên Tirkiyeyê yên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê tiştekî erêni ye, lê derket holê ku ev êrîş vegeriya li dijî hêzên PKK’ê û YPG’ê. Ev yek karekî ne gûncaw e û wê aloziyan li herêmê zêdetir bike.”


El-Partî: Ji serketina YPG’ê tenge

Endamên Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî) Şewket Berazî diyar kir ku êrîşên artêşa Tirkiyeyê li dijî herêmên Parastina Medyayê ne nû ne û ne jî yên dawî ne û dijminahiya dewleta Tirk bi gelê Kurd re gelekî kevin e.

Berazî got: “Ev êrîşên dawî yên dewleta Tirkiyeyê tê gelek wateyan û bi taybet piştî serkeftinên mezin ku hêzên YPG’ê li Rojava bi dest xwe ve anîne, pêk tên. Dewleta Tirk ji ber ku alîkariya çeteyên DAIŞ’ê dike, bi van serkeftinên YPG’ê gelekî tengezar bûye û gelek caran hewl da derbasî axa Rojava bibe. Dewleta Tirk her wiha bi serkeftinên HDP’ê di hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî gelekî aciz bûye û piştî HDP’ê di hilbijartinan de bi ser ket, hikûmeta AKP’ê êrîşên xwe li dijî gelê Kurd zêde kirin. van hilbijartinên li Tirkiyeyê pêk hatine bi xwe re guhertinên bingehîn anîn.”


PYD:Hevakariyên xwe bi DAIŞ’ê re vedişêrin

Rêveberê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Îbrahîm Salim destnîşan kir ku dewleta Tirk bi van êrîşên xwe li dijî herêmên Parastina Medyayê, israra xwe di rijandina xwînê de diyar dike û wiha pê de çû: “ Sîstema Erdogan û hikûmeta Dawudoglu bi hinceta şerê li dijî terorê hewl didin hevkariya xwe bi çeteyên DAIŞ’ê re veşêrin.”

Salim axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wekî welatiyên Rojavayê Kurdistanê û rêveberên partiyan kiryar û êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin. Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku hemû ciwanên girtine serbest berde.” 


SILÊMANÎ/SERÊKANIYÊ




‘Têkoşînê xurt bikin’



Hevserokatiya KONGRA GEL derbarê êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de daxuyaniyek da û got, “Di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelên bindest dikin ku li dijî faşîzma Erdogan têkoşînê xurt bikin.”

Hevserokatiya KONGRA GEL di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan ji ber çavçilûsiya desthilatdariya xwe ya şexsî, li dijî gelên Kurdistanê û têkoşîna azadiyê bi awayekî fermî şer ragihandiye. Hevserokatiya Kongra Gel bibîr xist ku Herêmên Parastinê yên Medyayê ji pêr bi şev û vir ve tên bombekirin û got, “piştî ku gelên me di hilbijartinan de dawî li xeyalên seltenatê yên Erdogan anîn, Erdogan bi kîn û hêrseke mezin, konsepta şer a li hemberî tevgera me û nûnerên gelên me yên li qada siyasî, derxist asta herî bilind û dixwaze tola têkçûna xwe hilîne. Xwîn rijiyaye çavên wî. Di oxira îhtîrasên xwe yên di nav de fetisiye de, ketiye rewşeke nexweşiya gerdûnî ku dikare her şêwe nebaşiyê li gelên me bike.”


Eniya aştî û demokrasiyê

KONGRA GEL destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên şer ên Tayyîp Erdogan, divê ew bi lez û bez rabin ser piyan û wiha dewam kir:” Pêwîst e em ji kesên firsenda aştiyê ya dîrokî heba dikin, hesap bipirsin. Li dijî polîtîkayên şer ên Erdogan, ku DAIŞ kiriye belayê serê gelên me, di ser ol û mezheban re rê li ber şer û parçebûna civakê vekiriye, li Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê, divê em eniya aştî û demokrasiyê ava bikin. Li ser bingeha xwe parastinê, divê gelên me parastina xwe ya rewa û demokratîk bi awayê herî bi bandor pêk bînin.

Li ser vê bingehê di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelên bindest dikin ku li dijî faşîzma Erdogan têkoşînê bilind bikin.”


‘Ewlekariya Tirkiyê ne derbaskirina sînorê Iraqê ye’


Cîgirê Serokê Meclîsa Giştî ya Îraqê Aram Şêx Mihemed bang ji dewleta Tirk kir ku dawî li bombebarana Herêmên Parastinê yê Medyayê bîne.

Cîgirê Serokê Meclsîa Giştî ya Îraqê Aram Şêm Mihemed bi daxuyaniyekê êrîşên bombeyî ya balafirên şer ên Tirkiyê ku li dijî herêmên parastinê yê Medyayê tê kirin şermezar kir. 

Di daxuyaniyê de hat gotin:”Ewlekariya Tirkiyê bi derbaskirina sînor û serokatiya Îraqê û şewitandina daristanan pêk nayê. Mixabin careke din hikûmeta Tirkiyê bi zanebûn sînorê Îraqê derbas dike û bi hinceta ewlekariyê xaka Îraqê bombebaran dike. Di encama bombebaranê de welatiyên bê guneh jiyana xwe ji dest dan. Êrîşên Tirkiyê nayên qebûl kirin û em bi tundî şermezar dikin.

Tiştê Tirkiyê dike ji derveyî rijandina xwînê û têkbirina pêvajoya aştiya herêmê tu faydeyê nake. Pêwîst e ewlekariya herêmê û pêvajoya aştiyê bê parastin û ji dengê çekan dûr bikevin.”


’Ez Kurd im, Ez Mirov im û Li dijî Erdogan im’ 


Li Dihok û Şêladizê êrişên Tirkiyê tên şermezar kirin 

Bi dirûşmeya ‘Ez Kurd im û Ez mirov im’ êrişên dewletên Tirkiyê li Dihok û Şêladizê hatin şermezarkirin.

Bi însiyatîfa partî û aliyên siyasî, YNK, Partiya Zehmetkêşan, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Şûî ya Kurdistanê, Tevgera Azadî, RJAK û rêxistinên civaka sivîl, per saet 17.30’an li pêşiya avahiya parêzgeha Dihokê çalakiyek ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyê hat lidarxistin.

Çalakî bi dirûşmeya ‘Ez Kurd im, Ez Mirovim û Li dijî Erdogan im’ hat organîzekirin.

Bi heman armancê li bajarokê Şêladizê yê ser bi Dihokê jî çalakiyeke şermezarkirinê hat lidarxistin.