MEDÎNE MAMEDOGLU / ŞÛJIN/MÊRDÎN
Beriya bi çend rojan li bajarê Tirkiyeyê Sakaryayê Leyla Bozê di cînayeta kar de hevjîn û keça xwe ji dest dan, ew û çar zarokên xwe yên din jî bi birîndarî xilas bûn. Leylayê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên dewletê yên ku karê demsalî li kurdan ferz dike, da û got ev ne mirin e, komkujê ye.
Di qezayaê de 7 karkerên demsalî yên ji Mêrdînê diçûn navçeya Hendek a Sakaryayê ji bo ku bindeqan berhev bikin, jiyana xwe ji dest dabûn. Serpêhatiya her yekê cuda be jî nuqteya wan a hevpar, pirsgirêkên aborî ne. Karkerên demsalî yên ji ber dorpêçên li ser axa wan ji bo aboriya xwe, dikevin rêyan û di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Di sê mehên dawî de 22 karkerên demsalî ku bi kamyon û traktoran diçûn ser kar jiyana xwe ji dest dan. Leyla Boz a di cînayeta kar de hevjîn û keça xwe ya 18 salî ji dest da, bi çar zarokên xwe re birîndar xilas bû û li dijî van polîtîkayên komkujiyê yên li wan tên ferzkirin, nerazîbûna xwe anî ziman.
Rêwîtiyeke ber bi mirinê ve
Leylayê piştre lorand û got: “Min keça xwe li ser destan mezin kir. Ez heta bimirim keça xwe ji bîr nakim. Keça min hîna 18 salî bû. Bû qurbana qezayeke wisa. Ez wê dixwazim. Bi salane tiştên bi me dan kirin têr nekir?. Niha ji vê komkujiyê re dibêjin qeza. Ewqas mirinên karkeran ne qeza ye, komkujî ye. Niha ez tenê ji bo zarokên xwe yên birîndar dijîm.”
Leylayê diyar kir ku ji bo xeyala xaniyekî bistînin çûne karkeriya demsalî û wiha pê de çû, “Ne keça min û ne jî zarokên min yên din dixwestin biçin. Cara yekem wê biçûna. 6 zarokên min hebûn. Niha 5 man. Yên din li nexweşxanê ne. Hevjînê min gelek baş bû. Xizan bû lê destê xwe dirêjî xizanan jî dikir. Ji bo xaniyekî em çûn û niha du can me dan. Aramiya me ya jiyanê nema.”
Em ê vegerin
Leylayê got: “Hem ji bo xwe û hem jî ji bo xwişk û birayê xwe xilas bike, ev 15 roj bûn çûbû wir. Destên keça min li wir birîn dibin. Hevjînê min jî dibêje em ê vegerin. Lê veger nebû qismet.”
Gîzem Boz a 12 salî, Ugur Boz ê 10 salî, Mehmet Boz ê 16 salî, Aleyna Boz a 13 salî yên li Nexwexneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sakaryayê tên dermankirin, niha rewşa wan baş dibe.