Karkerên Kurd ên çandiniyê di nava xelkê Bakurê Kurdistanê ku ji neçarî berê xwe dide bajarên Tirkiyeyê ji bo karên çandiniyê bêyî ku ti ewlekariya pîşeyî û civakî hebe, koma herî bi dezavataj a Kurdan e li Tirkiyeyê.
Doh jî nûçeyeke belav bû û pê em agahdar bûn ku 7 karkerên di romorka traktorekê de jiyana xwe ji dest dane û 20´ên din jî birîndar bûne.
Em berê xwe bidin ve nûçeyê û paşê bi kurtî jî berê xwe bidin êş û janan van karkerên Kurd.
Pêr karkerên Kurd yên ji bo berhevkirina bindeqan ji Amedê diçûn Sakaryayê qeza kirin û di qezayê de 7 karker mirin û 20 karker jî birîndar bûn. Qezayê li taxa Çamlica ya ser navçeya Hendek a Sakaryayê rûda; traktora karkerên çandiniyê tê de qeza kir û di qezayê de 7 karker mirin û 20 karker jî birîndar bûn. Karker ji Amedê ne û ji bo bindeqan berhev bikin, çûne Sakaryayê.
Yek ji pirsgirêkên sereke nebûna ewlehiya civakî ye
Karker qanûn hebin yan jî nebin, bi pirranî bê sîgoirte ne û ti ewlehiya wan a pîşeyî û civakî nîne. Ji ber wê yekê jî kî berê xwe bide yekê ji karkeran, tişta pêşî dibihîse, doza sîgortekirin û ewlekariya civakî.
Bi ser halan de karkeran bi wesaîtên servekirî û romorkan dibin kar û ji ber vê jî her sal bi sedan karker di qezayan de dimirin. Heta sala 2013 bêhtirî 400 karkerî di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn. Jixwe, dema sîgorte nekirîbin karker nikarin xwe di rewşa nexweşiyê de bidin dermankirin û gazinan dikin ku çi sîgorte kirî û çi jî na, dema diçin nexweşxaneyan, dewlet illeh wan deyndar dike.
Hêza herê erzan a kar
Li Tirkiyeyê ji ber ku ti ewlehiya wan a pîşeyî û civakî nîne, karkerên çandiniyê weke hêza herî erzan a kar tên dîtin û wiha jî miamele bi wan re tê kirin. Ji bo ku erzan bimînin jî pirrnî di konên naylonî û bi kêra tiştekî nayên de neçar in bimînin. Ji ber wê jî gelek salan ji ber şewatên di konan de ku tenê dibin rêzek diduyên nûçeyan gelek karker, bêyî bala raya giştî jî biçe ser wan jiyana xwe ji dest didin.
Nijadperestî weke dijminekî qels li wan dinihêre
Nijadperestiya bi destê dewletê rûnandî, ya bi destê dewletê û ya girseyên hov ên nijadperest jî, herî zêde êrîşên xwe û cudakariya xwe li ser karkerên çandiniyê yên Kurd tetbîq dike.
Waliyên Sakarya, Bolu, Samsun û bajarên mayî yên nexasim jî karkerên bindeqan diçûnê, hem bi îdîayên têkoşîna qaşo li dijî terorê li karkeran qedexe dikir bikevin eqarên van bajaran. Yan jî ew neçar dikirin li wargehên bê binesazî bimînin. Heger karkeran karîbûya bikevin eqarên bajar, hingê jî bi êrîşên girseyê hov ên nijadperestên Tirk re rû dibû diman û hîna jî dimînin. Ji ber wê yekê jî mesele ne qezayên trafîkê, lê mêhtingeriya pirr alî a li ser komeke civakî ya ji Bakurê Kurdistanê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN