Kurd, ji sala 2006’an û vir ve her sal di 15’ê Gulanê de bi rasthatina derketina hejmara 1’ê ya Kovara Hawarê di 15’ê Gulana 1932’yan de, Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Tora Ziman û Çanda Kurdî ya ku ji bo bipêşvebirin û parastina çand û zimanê Kurdî hat damezrandin ji ber şewba vîrusa koronayê xebatên xwe li ser înternetê online bi rê ve dibe. Endamê Sekreteryaya Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev li ser xebatên xwe yên ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, peyivî.
Berşev, bibîrxist ku Tor serê sala 2020’an hatiye avakirin û got, “Di bin banê Torê de 18 maseyên me hene. Em di nava xwe de dixebitin. Me piştevaniya saziyên ziman yên weke dayîna dersên online kir. Xebatên me yên ji bo 15’ê Gulanê dê 5 rojan bidomin. Em bi saziyên Weqfa Mezopotamyayê, Enstituya Kurdî ya Stenbolê, MED-DER, Komeleya Jinê ya Rosa re dixebitin. Rojê em ê du bername çêbikin. Xebatên me hemû li ser medya civakî û youtube bên weşandin. Di her bernameyê de dê weşana zindî were kirin. Hinek bername li ser zarokan in. Ma mûzîk destpêkê ji bo zarokên Kurdan dê konserekê çêbike. Bername dê 13’ê mehê de dest pê bike 17’ê mehê dê biqede.”
15’ê Gulanê weşana zindî
Berşev wekî din got, di vê Cejna Zimanê Kurdî de ew ê Baba Tahirê Hemedanî derxînin pêş: “Wek Tor me gotibû sala 2020’an Sala Baba Tahirê Hemedanî an jî Uryan e. Li ser vê mijarê jî bernameyeke me heye. Di 15’ê Gulanê bi hemû televîzyonên Kurdan re ji Stêrk TV’yê heya Ronahiyê, K24 û çend kanalên din jî em ê weşana zindî bikin. Dê di wê bernameyê de Sînemxan Bedirxan, Ferda Cemîloglû, Kendal Nezan, Zana Farqînî wê hebin. Ew dê bernameyeke têr û tijî be. Bernameya dawî jî di 17’ê mehê de ye.”
Berşev got, Kurd di malên xwe de zarokên xwe bila hînî Kurdî bikin: “Bila Kurd Kurdî bi zarokên xwe bidin hezkirin. Di 15’ê Gulanê de em tenê dixwazin hişyar bikin gelê xwe lê ya muhim ew e ku mirov 365 rojan li ser kurdî bisekine, pê biaxive. Hêvî dikim ku Kurd ne tenê vê heftiyê her tim xwedî li zimanê xwe derkevin.”
MA/AMED