Serokê Dadgeha Bilind Parêzer Nazim Kaynak bi daxwaza “Aştiyê” dest bi axaftina xwe kir û bi “Şer” domand. Kaynak, daraz bi gotina, “Sitargeha kesên rastî bêhiqûqî û neheqiyê ye” rave kir û piştî hişyariya bê hiqûqî wê bibe sedema “Anar jî û kaosê” gotin anî ser pirsgirêka Kurd.
Kaynak, pirsgirêka Kurd wekî “Teror” binav kir. Kaynak diyar kir ku di têkoşîna li hemberî PKK’ê de ew jî aliyekin û wiha pêde çû: “Dewleta hiqûqê neçare ke maf û azadiya kesan bi parêze. Li hemberî êrîşên terorê ku li ser jiyana mirovan dibe gef, dewlet neçare ku kesan biparêze.” Kaynak di nava axaftina xwe de got ku bila dayîk negirîn û wekî generalekê ev tişt bilêv kir: “Têkoşîna li hemberî terorê mafê herî rewa û xwezayî ya dewleta me ku dewleta hiqûqê ye. Dewlet têkoşîna li hemberî terorê didomîne, wê bidomîne jî.” Kaynak bi van gotina banga berdewamiya operasyonan jî kir.
Serokê Dadgeha Bilind Kaynak, alîgiriya xwe îlan kir û piştê banga berdewamkirina operasyonan gotin anî ser nîqaşên çêkirina makekanûna nû. Kaynak di destpêkê de angaşt ku xala destpêka makeqanûnê ya “Dewleta Tirkiyeyê, bi gel û welatê xwe yekpareye, nayê perçekirin.”
Kaynak di axaftina xwe de parast ku gotin “Tirk” a di makeqanûnê de nayê wateya nîşaneya nijadekî û ew hemû gelê li ser xaka Tirkiyeyê dijîn dide nîşandan. Kaynak, her wiha di berdewama gotinên xwe de balkişand ser dozên li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku der barê Tirkiyeyê de hatine vekirin û ev tişt gotin: “Tenê di sala 2010’an ji ber ku mafê darizandina adil hatiye binpêkirin, ji Tirkiyeyê re 25 milyon Euro cezayê tazmînatê hatiye birîn. Divê di vî warî de hemû saziyên dewletê û di serî de jî daraz xwedî hestiyarî be.”
ENQERE