Berxwedana li Strasbourgê 66 roj li pey xwe hiştin. Serdana ji bo çalakgeran dewam dike. Bang li Kurdan hemûyan tê kirin ji bo berxwedanê mezin bikin.

Tevî Kurdistaniyên ji gelek bajarên Fransa û Elmanyayê, endamên Tevgera Jinên Kurd a Marsîlyayê yên nobeda ji bo azadiya Ocalan digirin, çûn serdana berxwedêran.

Bi navê Kurdistaniyên ji Mulhoûse, ji bo xwedîderketina li berxwedanê bang hate kirin. Wan gotina Leyla Guven bi bîr xist ku digot, 'Ya ku me bikuje, greva birçîbûnê nîne, bêdengî ye' û got, "Ne sibe, yekser niha xwedî li berxwedêran derkevin."

Kurdistaniyan bang li her kesî kirin ku li devera lê ne, dakevin meydanan û çalakiyan bikin.

Bi çalakiyan piştgiriyê bikin

Rêveberiya bajarê Mannheimê ya Saziya Malbatên Şehîd û Windakiriyan a Kurdistanê (KOMAW), çû serdana çalakgeran û diyar kir ku daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê, daxwazên gelê Kurd in. Li ser navê komê hat gotin, tecrîd li derveyî mirovahiyê ye û bang li gelê Kurd hat kirin, bi çalakiyan piştgiriyê bide berxwedanê.

Nûnerê KOMAW'ê xwest, berî ku şehadet rû bidin dest li pêvajoyê bê werdan.

Dayik û jin xwedî li me derdikevin

Endamên Tevgera Jinên Kurd a Marsîlyayê ku di hefteya 348'an de li ber Konseya Ewrûpayê nobeta ji bo azadiya Ocalan digirin, jî çûn serdana çalakgeran û got, heta ku têkoşîna gelê Kurd a zêdeyî 40 salan bi ser bikeve, wê bi paş ve gavê neavêjin.

Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Ayvaz Ece di dema serdana jinan de axivî û ji wan xwest ku berxwedêran mîna ewladên xwe bibînin. Ece di serî de jin bang li gelê Kurd kir ku vê pirsê ji xwe bikin, 'Min îro çi kir?' û wiha dewam kir: "Yên ku herî zêde xwedî li me derkevin jin in, dayik in. Piştevaniya ji bo çalakiya me çiqasî mezin be, serketin jî wê ewqasî nêz be."

 

STRASBOURG