Sîxurê MÎT´ê Mehmet Fatîh Sayan ê ku amadekariyên qetilkirina siyasetvanên Kurd dikir, di rûniûtina dozê de ya pêr destpêkirî îdîa kiribû ku “ew ne ti sîxur e” û ji dadgehê re gotibû, îafadeyên wî yên destpêkê ku li xwe mikur hatibû ku endamê MÎT´ê ye, hemû derew bûn da ku karibe li Elmanyayê bimîne. Di rûniştina dozê ya doh de Yuksel Koç weke şahid îfade da û tevahiya îdîayên Sayan derew derxistin.
Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç belgeyeke destnivîs a Mehmet Fatîh Sayan da heyeta dadgehê û heyetê ev delîl qebûl kir. Di vê belgeyê de Sayan bi destê xwe nivîsiye “Heger Yuksel Koç wê bê kuştin, divê em bi komê (ya MÎT´ê) re rûnin û timî li ser hertiştî bipeyivin. Ez di vî warî gilî dikim. Bikevin nava meseleyê û bi wan re bipeyivin. Wekî din divê em bipeyivin ka dem, kengî çalakî wê bê kirin, divê em li ser vê jî bipeyivin.”
Di nota xwe de Sayan her wiha nivîsiye ku ji bo kuştina hevserokê KCDK-E´yê dema herî baş dema çalakiyeke protestoyî ye. Di vê begeyê de sîxûrê MÎT´ê Sayan wekî din ji bo Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî nivîsiye “Biya min li dijî Kartal jî di dema meşa dirêj de çalakî wê baş be. Ev çavdêriya min e.”
NAVENDA NÛÇEYAN