MURAT MANG / BIELEFELD
Ulumaskan: Divê Kurdên li Elmanya li vî mafî xwedî derkevin û ji bo li her bajarê Kurd lê hene, ji bo daxwaza zimanê Kurdî wek zimanê biyanî li dibistanan bê qebûlkirin, kampanyayekê bidin destpêkirin.Ev du sal in ku Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa (YMK) xebat dikirin ji bo ku li Elmanyayê dersên zimanê Kurdî wek zimanê biyanî yê duyem yan jî sêyem fermî di karneyên zarokan de bê qebûlkirin. Hefteya bihurî, Wezareta Perwerdeya Eyalêta Nordrhein Westfallenê (NRW) bersiv da daxwaza YMK´ê ya li ser mijarê û destûra zimanê Kurdî da ku karibe li dibistanan wek dersa zimanê biyanî bê dayîn û li karneya zarokan jî notên wan bên nivîsîn.
Serokê YMK´ê, mamoste Abdulqadir Ulumaskan li ser mijarê axivî û got, ”Ji sala 1993´yan ve li Elmanyayê dersên zimanê Kurdî wek dersên zimanê dayikê tên dayin. Lê heta niha, wek dersa zimanê biyanî nedihat dayin. Êdî destûr heye ku zimanê Kurdî jî wek zimanê biyanî li dibistanan bê dayin.”
Hesabê Kurdî jî wê bê kirin
Li gorî daxuyaniya YMK´ê, vê gavê li Eyaleta NRW´yê êdî dersên Kurdî dikarin wek dersên zimanê biyanî yê duyem yan jî sêyem bên dayin. Mamoste Ulumaskan îşaret bi gringiya bersiva wezaretê kir û got, ”Dersa zimanê Kurdî, wek zimanê biyanî, li gorî zimanê dayikê, gaveke li pêştir e û ji bo zarok û ciwanan bêhtir bikêrhatî ye. Li dibisatnên navîn piştî sinifên 5 û 6´an xwendekar divê ji bilî Ingilîzî, zimanekî din yê duyemîn hilbijêrin. Li şûna zimanekî din yê biyanî, mirov êdî dikare zimanê Kurdî hilbijêre. Bi vî awayî nota dersa Kurdî di nava notên giştî de tê hesabkirin û ji bo serketî lipeyxwehiştina sala xwendinê, bandoreke erênî dike.”
Ji zarokan re jî ji ziman re jî baş e
Mamoste Abdulqadir Ulumaskan di dewama axaftina xwe de got, ”Bi vê derfetê, hem zarok li şûna zimanekî qet pênizanin, zimanê dayika xwe ku hinekî binhegê wan heye, hildibijêrin û dikarin bêhtir serketî bin û hem jî zimanê dayika xwe baş fêr dibin.”
Kampanyayan dest pê bikin!
Mamoste Ulumaskan di dawîyê de bang li malbat û sazîyên Kurdan jî kir û got, ”Bêguman, ev mafekî girîng e, lê divê Kurd lê xwedî derkevin û zarokên xwe qeyd bikin. Divê Kurdên li Elmanya li vî mafî xwedî derkevin û ji bo li her bajarê Kurd lê hene, ji bo daxwaza zimanê Kurdî wek zimanê biyanî li dibistanan bê qebûlkirin, kampanyayekê bidin destpêkirin. Jixwe, vê demê li welêt jî 9 partiyên Kurd biryareke kampanya zimanê Kurdî dane û divê sazî û rêxistinê Kurd ên li Ewrûpayê jî li vê meydanê, kampanyayeke paralel bidin destpêkirin.”
Dersên Kurdî li Elmanyayê
Li gorî daneyên YMK´ê bi tenê 2200 zarok diçin dersên zimanê Kurdî. Li ser sedemên wê û ka çawa civaka Kurd dikare vê rewşê ber bi başiyê ve biguhere Abdulqadir Ulumaskan destpêka sala xwendinê ya em tê de, gotibû, qederê 2200 zarok tevlî dersên zimanê Kurdî dibin. Wekî din, hêzar zarok ji ber ku mamoste tinene, nikarin biçin dersa zimanê Kurdî. Wî hejmara zarokên ku ji ber nebûna mamosteyan nikarin biçin dersên Kurdî jî weke qederê hezarî dabû zanîn.