
Ramadan Tuati 29 salî ye û ji Cezayîrê ye, zimanzanek Qabîlî (Amazîr) e. Mastira “Zimanzanî” li Zanîngeha La Provence ya Franseyê qedandiye û di heman demê de xwediyê teza “Zimanek Çawa ji Nû ve Tê Vejandin” a têkildarê zimanên Kurdî û Berberî ye.
Ramadan Tuati dibêje; “Bi milyonan kes bi Kurdî diaxivin, lê belê pir kêm xebat li ser vî zimanî hene. Ev yek jî ji bo zanîsta zimanzaniyê şermeke pir mezin e” û diyar dike ku tu zimanek qedexe bikî an jî bikujî, tu ferqek tune ye.
Mamostayê zimanê Berber ê Zanîngeha La Provence û xwendekarê yek ji navdartirîn zimanzanê cîhanê Salem Chaker, Ramdan Tuati bersiv da pirsên nûçegihanê ANF’ê yê Aydin Baran ên têkildarê ziman.
Tuatî wiha qala xebatên xwe yên li ser ziman dike; “Min xwest li ser zimanên ku di bin xeterî û metirsiyê de ne, xebatek bikim. Zimanê min ê zikmakî jî di bin xeteriyê de ye. Ji bo bikaribim vê pirsgirêka zimanê xwe fêm bikim û çareyek ji vê yekê re bibînim, min dest bi vê xebatê kir.”
'Ji bo zimanzaniyê şermeke mezin e'
Ji bo mereqa xwe ya ji bo Kurdî jî dibêje; “Kurd netewek mezin in. Lê dîsa jî ji bilî Kurdistana Iraqê, li ser sê welatên din zimanê wan qedexe ye. Ji bo zimanzaniyê Kurdî weke zeviyek nehatiye kêlandin û tiştek lê nehatiye çandine. Xebatên ku li ser zimanê qebîleyên li daristanên Amazonê jî hatine kirin, ji xebatên li ser zimanê Kurdî yê ku bi milyonan kes pê diaxivin, zêdetir e. Û ev yek yek ji bo zanîsta zimanzaniyê şermek pir mezin e. Gelek nêzîkê 40 milyonan bi Kurdî diaxivin, lê xebatên li ser zimanê vî gelî hatine kirin, ewqas kêm in ku, hema mirov dikare bêje tune ne. Dîsa hin tiştên Kurdan û Berberiyan dişibin hev û vê yekê min zêdetirê nêzîkê Kurdî kir. Franse wê derê zêdetirê 130 salan dagir kir û ji bo zimanê me tenê xebatek objektîf nehate kirin. Hîna jî dibêjin qey em Ereb in.”
Tuatî têkildarê xwesteka kuştina zimana de got; “Ev yek ji qebûlnekirina kesên din tê, ev prîmîtîf û hsetek pir kevnar e. Yewnanî ji kesên ku bi Yewnanî nediaxivîn re digot “Barbar”, Ereb jî digotin ‘Ecem’. Nijadperestî vê hesta prîmîtîf dide der. Em ji vê re dibêjin Heterofobi an jî Etnosentrizm, ango “navendiya nijadperestiyê.
Ji bo kuştina zimanekî ji bilî aliyên prîmîtîf û subjektîf, tu aliyên wê yên objektîf tune ne. Gelek gelên ku bi gelek zimana diaxivin û her tim di nava aşitiyê de dijîn hene.”
Wiha berdewam dike; “Ziman mîrateyên mirovahiyê ne. Xizîneya mirovahê ne. Bio cihêrengî ne tenê ji bo ajal, şînatî û keviran ne. Ziman jî parçeyek ji vê yekê ne. Em di zimanzaniyê de ji kuştina zimanekî re dibêjin “Linguicide” (Qirkirina ziman).
Rêbazhen kuştina ziman...
Tuatî der barê rê û rêbazên kuştina zimanekî de dibêje; “Armanca teza min jî ew bû ku ez bersivek ji bo rêbazên kuştina zimanekî re bibînim. Ji ber wê jî min zimanên Berberî û Kurdî ji bo teza xwe bi kar anî. Min xwest rêbazên dagirkeran ên li hemberî her du zimanan bînim beramberê hev. Min xwest rêbazên li ser erdnîgariyên cûda yên dewletên Cezayîr û Tirkiyeyê bînim beramberê hev.”
Ramdan Tuatî diyar dike ku gelek aliyên hevpar ên her du ziman û welatan hene û wiha berdewam diek; “Ji bo qirkirina her du zimana qanûn têne danîn. Û ziman têne qedexekirin. Her wiha bîranîna zimanên hatine qedexekirin, jî qedexe kirine. Gotina “Zimanê fermî yê Tirkiyeyê Tirkî ye” bîranîna Kurdî jî qedexe dike. Ji ber ku li gorî qanûnan ji bilî Tirkî bi tu zimanên din nayê axaftin, axaftina bi zimaneke din weke suc tê dîtin.
Piştî qanûnan jî, amûra din jî çapemenî ye. Di çapemeniya neteweyî de ji bilî zimanê fermî, tu zimanek din tune û mirov neçar dimîne ku bi zimanê fermî binivîse û biweşîne. Ji bo xwe bigihinin agahiyek pir biçûk jî zimanê fermî bi kar tê.
Weke din jî, dibistan û leşkerî hene. Ji ber ku leşkeriya neçarî tenê bi zimanekî tê kirin, ev sazî piştî çapemenî û qanûnan, saziya duwem e ku ziman lê tê qedexekirin. Artêş dixwazin hegemonyaya xwe ya bi yekzimanî bidin meşandin. Ne tenê leşkerî, hemû saziyên dewletê wiha ne.”
Medenîbûna ziman!
Tûatî têkildarê daxuyaniyên Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulten Arinç jî got; “Ev daxuyanî jî argumanek a qirkirina ziman e. Bi awayeke zanîstî pênaseya ziman kiriye. Hemû ziman ji hewaya ji sihê tê, dengên li qirikê digihin hev û ji peyvên ku di encama vê yekê de pêk tên, pêk hatine. Andre Martinet (zimanzan) ji vê re dibêje “Double Articulatıon”. Ger hemû ziman wiha derbikevin, çawa zimanek ji yê din medenîtir dibe? Mixabin, dixwazin argûmanên qirkirina ziman li ser zanîngeh û zimanzanan jî bidin ferzkirin. Li Tirkiyeyê teoriya ziman a Güneş an jî “bedewiya Erebî” ji aliyê zanîngehan ve hatiye amadekirin. Evane hemû derew in. Zimanzaniya nûjen yek ji vana jî qebûl nake. Ger hemû ziman bi heman awayî derbikevin, zimanek çawa dikare ji zimanê din xweştir an jî kirêtir be, çawa dikare bibe zimanê medeniyetê an jî ne medeniyetê? Evan derew in. Ev yek li hin civakên li ber pêşketinê hene û mixabin heta niha jî hin civak guh didin van derewan.”
Ji bo zimanzanên Kurd pêşniyar
Taûtî ji bo Kurdî jî dibêje; “Diyalektîkên cûda yên Kurdî hene. Kurmancî, Soranî û Zazakî hene. Divê Kurd xwe ji zimanek standart dûr bixin, divê hemû zarave li hemû dibistanan hebe û bê fêrkirin. Divê cûda bimînin û bi xwe bibin yek. Kurdî ji ber bi awayê kom bi kom di nava şert û mercên cûda de jiyan, zimanê li zaraveyan cûda bûn. Heta zarave jî di nava xwe ji hev cûda bûn. Bo mînak, zazakiya Dêrsimê ji ya Çewlikê cûda ye. Lê hemû zarave jî ji çavkaniyekê tên. Ji bo peyvên nû yên zimanan em dibêjin “Neoloji”.
'Mixabin Ocalan ê me tune ye'
Tûatî der barê cîwarbûna gelê Amarîz de ev agahî da; “Swîriyên li Misirê, Înefuwiyên li Lîbyayê, Tûaregên li welatên başûr dijîn, Şauî, Mzab û Qabîlên li Cezayîrê, Jerbên li Tûnisê, Rifên li Fasê (peyva Amarîz ji vir hatiye” û Sluh pêk tên. Gelek diyalek hene, me ji hev du tê nagihin. Qebîleyên koçer û xwecih hene. Hin ji wan esmer û hin ji wan jî spî ne. Her çendî em kevnartirîn gelê Bakûrê Efrîkayê bin , em di nava sînorên 9 welatan de dijîn û mafên me ji me hatine standin.”
Tûatî wiha bersiv dide pirsa “Ji bo azadiyê daxwazên we hene?”; “Kurd di vî warî de ji me bişanstir in. Mixabin tu rêxistin an jî pêşengên me yên hevpar tune ye. Sed mixabin Ocalanek me ku me bike yek tune ye.”
ANF/BRUKSEL