21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ye, Kurd, Laz, Ermenî, Çerkez, Pomak, Ereb û gelek neteweyên din nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibinîn. Xwendekaran der barê tablet û perwerdehiya zimanê zikmakî ji DÎHA'yê re axivîn.


Perwerdeya zimanê zikmakî

Xwendekarê Zanîngehê Samî Boz diyar kir ku li Tirkiyeyê gelek netew perwerdeya zimanê zikmakî dixwazin û wiha got: "Mafê min yê perwerdeya zimanê zikmakî ji tabletê girîngtir e. Li gorî min, serokwezîr beriya ku li dibistanan tabletan belav bike, bila bi pirsgirêkên rasteqîn re eleqedar bibe. "

Lênûs û pênûs nînin

Xwendekara bi navê Mujgan Yuceturk bi bîrxist ku gelek pirsgirêkên perwerdeyê hene û wiha axivî: "Li vî welatî beriya her tiştî rastiya YÎBO heye. Rewşa xwendekarên ku li YÎBO'yê perwerde dibin li holê ye. Gelek xwendekar lênûsk, pênûsan nabînin ku biçin dibistanê, lê serokwezîr tabletan li xwendakaran dide belavkirin û vê yekê wekî pêşketin binav dike. Ev rewşeke îronîk e."

Rewşê berovajî dikin
Xwendekarê bi navê Ensar Bozkurt jî da zanîn ku li herêmê, bi temenê biçûk destpêkirina dibistanan pirsgirêke cidî ye û wiha got: "Li Kurdistanê zarok bi tirkî dest perwerdehiyê dikin, ev yek dibe sedema pirsgirêkan, lê serokwezîr dixwaze bi belavkirina tabletan, welat wekî nûjen bide nîşandin. Heta ku li welat pirsgirêka perwerdeya zimanê zikmakî neyê çareserkirin, hûn çiqas tabletan jî belav bikin, feydeya wê nîne."

Xebateke ji bo hilbijartinan e

Xwendekarê bi navê Şahîn Temel destnîşan kir ku li dibistanan belavkirina tabletan ji bo hilbijartinan e û wiha got: "Li gelek deverên welat, xwendekar lênûs û pênûsan bi dest naxin ku biçin dibistanan. Gelek kincan nabînin biçin dibistanê. Di dibistanan de belavkirina tabletan xebateke ji bo hilbijartinan e."

Mafê perwerdeyê bidin

Xwendekara bi navê Îpek Moral bilêv kir ku desthilatdareke ku nikaribe mafê gelan bide, dayîna tabletan bê wate ye û wiha axivî: "Dixwazin xwendina pirtûkan kêm bikin. Li gorî min AKP ji bo propagandaya xwe li dibistanan tabletan belav dike. Bila berê mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bidin, piştre tabletan bidin. Ger desthilatdarek nikaribe mafê mirovan bide, tu wateya dayîna tabletan nîne." 

DÎHA/ENQERE