Li Parlamena Ewrûpayê li ser tecrîd û grevên birçîbûnê civîna çapemeniyê pêk hat. Seroka Koma Dostaniya Kurdan parlamentera PArlamena Ewrûpayê ya ji Partiya Komunîst a Fransayê, Marie-Christine Vergiat, parlamenterê ji Qibrisê Takîs Hadjîgeorgîoû û Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu tevlî civîna çapemeniyê bûn.

Dive girtî bên berdan

Vergiat û Hadjîgeorgîoû li ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê agahî dan. Parlamenteran îşaret bi girtina Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî kir û ji bo Demîrtaş û hilbijartiyên din ên girtî banga berpirsyariyê kir.

Di civînê de hate gotin, Leyla Guven tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî dest bi greva birçîbûnê kiriye û ev grev hem li Kurdistanê hem jî li Ewrûpayê belav bûye. Ji Parlamena Ewrûpayê hate xwestin ku bêhtir giraniyê bide ser vê mijarê. Parlamenteran diyar kir ku grevên birçîbûnê ji ber tecrîdkirina Ocalan dest pê kiriye û ji bo pêkhatina aştiyê xwestin, li şûna tecrîdê rêya diyalogê bê vekirin. 

 

 ANF/STRASBOÛRG