Piştî êrişa nijadperest a faşîstên elman li dijî biyaniyên bi pirranî ji Rojhilata Navîn û xasma Kurd, li navenda bajarê Hanau, Serokkomarê Elman Steinmeier got, divê piştgirî û hevgirtina li dijî nijadperestiyê daimî be.

 Asli ku hevala yekê ji qetilkiriyan Mercedeyê ye: Ew jineke welê bû, gelekî hez ji heyatê dikir. Timî tiştek peyda dikir ku pê bilî bibe, şad bibe. Pirr insaneke merd bû. Qirûşeke wê hebûya jî, ew dida.

Di êrişa pêr a nijadperest a li Hanauyê de herî kêm sê Kurdistaniyan jiyana xwe ji dest da. Hîna aliyên fermî piştrast nekiribin jî, navên kesên di komkujiya rasîst de jiyana xwe ji dest dayî jî eşkere dibin. Di nava van de Ferhat Unvar, kurê kedkara me Serpîl Temîz, Gokhan Gultekîn ê ji Agiriyê û Sedat Gurbuz ê ji Semsûrê jî hene. Lê belê çapemeniya Elman weke ku bixwaze dengê Kurdan nede bihîstin, tevgeriya. Bi qasî ku wê Kurd dîtin jî navên wan şaş dîtin. Ji ber wê hin aliyan ev şaşdîtina navan û nedîtina Kurdan di çapemeniyê de jî weke beşeke ji pirsgirêka nijadperestiya li Elmanyayê de nirxand.

Çawa me got, fermî navên kesên qetilkirî nehatine eşkerekirin, lê bi qasî ku nûçegihana me Dîlan Karacadag karî xwe bigihîne malbatan, xizm û nasên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin, Salih Altuner ê ji Çoruma Tirkiyeyê, Mercedes Kirpac ê ji Romanyayê, Hamza Kutovic ê Boşnak ê ji Sirbistanê, Said Nessar El Hashimi yê Efxan, û Kaloyan Velkov ê Bugar hene. Ji bilî êrişkar û diya wî, navê kesekî hatî qetilkirin bi vî rengî neeşkerekirî dimîne.

Agahiyeke nû ya elaqedarî komkujiya bi terorîstiya nijadperest hatî kirin jî doh tam zelal bû. Hîna şeva êrişê, hin kesan di ser medyaya civakî re dîmenên kesekî hatibûn weşandin û zena pêşî ew bû ku ev kes êrişkar be. Lê polîs piştre eşkere kiribû ku êrişkar xwe û diya xwe kuştiye. Niha êdî diyar bû ku ew kes ê ji mala êrişkar hatiye derxistin bavê wî bûye. Hîna nediyar e, ka gelo wî kariye xwe ji kurê xwe veşêrê, jê xilas bike yan jî kurê wî jixwe ew nekuştiye. Her wiha nayê zanîn ka ti elaqeya wî bi komkujiyê re heye yan na.

Bi hev re li dijî faşîzmê

Li aliyê din doh li Hanau, bajarên derdorê û heta li bajarên dûr ên weke Hamburg û Berlînê jî ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, bibîranîn hatin organîzekirin û li gelek deveran ev bibîranîn veguherin xwepêşandanên li dijî nijadperestiyê û îdeolojiya nijadperestan yanî faşîzmê. Li bêhtirî 50 deveran bibîranîn û çalakiyên li dijî faşîstan hatin lidarxistin.

Xebatkarên rojnameya me jî, piştî serdana malbatên Temîz û Unvar a li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Hanau, beşdarî bibîranîna li Hanauyê bûn. Li meydana navendê ya bajarê Hanauyê, li Martkplatzê bêhtirî 5 hezar mirovî civiyan. Şaredarê bajêr û serokkomarê Elmanyayê jî li vir peyivin. Serokkomarê Elman, Frank-Walter Steinmeier li vir nexasim dewamîbûna têkoşîna li dijî nijadperestiyê derxist pêş û got, “Em dikarin zora vê hovîtiyê bibin, heger ne tenê îro lê daimî li dijî wê hestyar bin û pişta hev bigirin.” Li meydanê jî dirûşma “Li dijî faşîzmê em hemû bi hev re ne” hat gotin.

Çapemeniya Elman guh neda Kurdan

Çapemeniya Elman ev bibîranîn û bibîranînên din weşandin. Lê di warê hestyariya beramberî civaka Kurd de çapemeniya Elman yan dereng ma yan jî qet serê xwe pê neêşand. Ji Swêdê, ji welatên Ereb, ji Ingilistan û ji Belçîkayê gelek rojnamevanan berê xwe da NCDK a li Hanauyê da ku hest û dengê civaka Kurd jî biweşînin. Lê ji çapemeniya Elman tenê kanala eyaletê HR berê xwe da komeleya Kurdan ku malbatên Kurd lê teziye qebûl kirin. HR´yê li vir du hevpeyvîn weşandin û navên kesên bi wan re peyivî jî şaş li ser ekranê nivîsîn. Çawa ku navê Newroz Dumanê weke Mewroz Duman nivîsîn. Rojnamevan û çalakger Kerem Schamberger ev yek weke beşek ji pirsgirêka nijadperestiyê nirxand. Ji bilî vê Mirov bivê nevê ji xwe dipirse, gelo siyaseteke çapemeniya Elman heye da ku bike ku kurd ne xuya bin, dengê wan neyêbihîstin!

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Malbat, xizm û nas peyivîn

   

Hevala me Dîlan Karacadag hewl da xwe bigihîne kes û karên kesên di komkujiyê de hatî qetilkirin. Li jêr em cih didin awayê wan ê dîtina meseleyê û ji dengê wan re jî dibin meydanek.

Mercedes Kirpac

Hema piştî êrişê Asli K. çû yekê ji cihên êrişê; ew hevala Mercedes Kirpac e. Mercedes dayika du zarokan e. Asli wiha behsa roja êrişê dike: “Wê rojê, beriya ku Mercedes bê qetilkirin bi deh deqîqeyan ez li cem wî bûm. Ji min re got, ez ê çixarê bikirim û bêm, lê ji ber ku hevalên wî israr kirin, û ew vexwendin xwarinê, wî ji min re got ew li wir maye. Wî meqerna xwestibû. Hîna xwarina xwe dixwar, gule li eniya wî xistin û ew kuştin. Piştî em bi bûyerê hisiyan, ez jî çûm kafeyê; hevaleke min a din a bi halekî, xwe li pişt kaseyê veşartibû û welê sax filitî. Me rahişt wê û em hatin malê. Mercedes Kirpac 34 salî bû, ew ji Lehistanê bû, bi eslê xwe ji romanyayê bû. Ew jineke welê bû, gelekî hez ji heyatê dikir. Timî tiştek peyda dikir ku pê bilî bibe, şad bibe. Wê rojên herî besîd jî dikirin rojên mirov ji bîr neke. Binihêre - telefona xwe ya destan nîşan dide- em çûn berber, ew jî qeyd kiriye. Pirr insaneke merd bû. Qirûşeke wê hebûya jî, ew dida.”

Gokhan Gultekin

Gokhan Gultekin 37 salî bû. Wî di avahîsaziyan de dîwar lêdikirin. Ji bilî wê li salona nargileyê ya êriş lê bûyî jî garsontî dikir. Malbata wî ji Agiriyê ye. Ew li Elmanyayê hatiye dinê. Malbata wî ji me re got, wan haziriyên nîşana Gokhan dikir.

Hamza Kurtovic

Hamza Kurtovic ê Boşnak jî yek ji kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dayî ye. Gava ku wî behsa xwe dikir, digot, malbata wî ji ber zilma li Sirbistanê li Boşnakan û Misilmanan hatiye kirin, pena xwe gihandiye Elmanyayê. Lê Hamza hîna 20 salî li Elmanyayê bi êrişeke nijadperest hate qetilkirin.

Said Nessar El Hashimi

Said Nessar El Hashimi jî ciwanekî 22 salî bû. Ew ji Efxanistanê bû. Birayê wî Idrîs jî li cihê komkujiyê bû. Birayê wî Idrîs jî di êrişê de birîndar bû.

Kolayan Velkov

Wezareta Karê Derve ya Bulxaristanê jî da zanîn ku yek ji kesên qetilkirî, welatiyê wan Kolayan Velkov e. Wezîra Karê Derve ya Bulxaristanê Ekaterina Zaharieva sersaxî ji malbata Koloyan Velkovê re xwest. Ji bo zelalkirina êrişê bi rêya serkonsolosxaneya xwe ya li Frankfurtê, Bulxaristanê alîkarî pêşniyazî dewleta Elman kir.