Komeleya Bipêşxistin û Lêkolîna Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) li gel hemû zext û zorên dewleta Tirk di xebatên xwe yên bipêşxistina zimanê Kurdî de bi israr e. Rojên borî polîsan bi ser HDP, Egîtîm Sen û KURDÎ-DER´ê degirtibû û gelek kes hatibûn binçavkirin. Perwerdevanê KURDÎ-DER’ê Murat Emektar destnîşan kir ku divê di hemû warên jiyanê de Kurdî bibe zimanê jiyanê.
‘Em bi zimanê xwe jiyanê bihûnin’
Emektar eşkere kir ku li Izmîrê di nav Kurdan de zêdetir bi Tirkî tê axaftin, ji ber vê jî Kurdî bi jibîrbûnê re rû bi rû ye û got, “Dema li nifşê nû û li nifşê kevin bê mêzekirin, ev rewş bi zelalî xwe dide nîşan. Nivşên nû êdî li taxan lîstikên xwe jî bi Kurdî naleyizin. Heke zimanê Kurdî ji hêla zarokan ve bê axaftin û nivîsandin dê winda nebe. Me der barê vê de xebatên xwe zêde kirin. Berê çawa di her warî de ziman serdest bû, ji îro şûn ve jî wê wiha be.”
‘Hincet nema ye’
Emektar got, divê her welatiyekî Kurd zarokên xwe di warê Kurdî de bi pêş bixe û wiha pê de çû: “Êdî hincetên wekî Kurdî hîn nebûn, nemane. Di serî de KURDÎ-DER gelek navendên perwerdeya zimanê Kurdî hene, divê her kes Kurdî zanibe.”
Emektar da zanîn ku KURDÎ-DER, di nava hefeyê de her roj li avahiyên HDP’ê yên Bornova, Karşiyaka, Bayrakli, Karabaglarê saet di 19.00’an de, rojên çarşem û pêncşemê li Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz a Izmîrê saet 18.00’an, li gel vê rojên sêşemê saet di 19.00’an de li Egîtîm Sena Manîsayê kursên zimanê Kurdî tên dayîn.
DÎHA/ÎZMÎR