Di ser Komkujiya Madimakê re 24 sal derbas bûn. Tevî ku gelek hikûmet guherîn, zîhniyet hînê mîna berê ye. Ji Ajansa Nûçeya a Firatê S. Asûman Demîr der barê bûyerê de bi parlemanterê HDP´ê Muslum Dogan û Serokê damezrîner ê Hûbyar Sûltan AKD Alî Kenanoglû re peyivî û herduyan jî wekî kujer îşaret bi dewletê kir. Em ji vê nûçeyê xalên sereke li jêr bi we re parve dikin.
Di 2’ê Tîrmeha sala 1993’an de, 33 rewşenbîrên ji bo tevlî Şahiyên Pîr Sûltan Abdal bibin çûn Sêwasê, li Otela Madimakê hatin şewitandin. Serokwezîra wê demê Tansû Çîller ku kêlî bi kêlî li komkujiyê temaşe dikir, piştî komkujiyê got, “Şikur ji Xwedê re tiştek bi gelê me yê li derveyî otelê nehat” û bi vî rengî rola dewletê ya di komkujiyê de raxist pêş çavan.
Doza Sêwasê, dema ku piştî 20 salan kete ber dembihurînê, Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ji bo vê biryarê gotibû, “Ji bo gel û welatê me, li ser xêrê be.”
Yek ji damezrînerên Federasyona Elewî Bektaşî, Serokê damezrîner ê Hûbyar Sûltan AKD Alî Kenanoglû û Parlamenterê Îzmîrê yê HDP’ê Muslim Dogan qala 24 salên di ser komkujiyê re derbas bûn, kirin.
Dewlet di navê de bû
Alî Kenanoglû diyar kir ku dewlet bi xwe di nava Komkujiya Madimakê de bû, ev komkujî plan kiribû û anî ziman, eger dewletê nexwestibûya ev bûyer venediguherî komkujiyê. Kenanoglû got, “Dewletê li wê derê ji bo komkujî bibe, nobet digirt. Kir ku ev komkujî pêk were. Helwêsta dewletê di nava 24 salên bihurî de jî neguherî. Çawa ku yên wê rojê li desthilatdariyê bûn nexwestin vê komkujî bibînin, yên îro li ser desthilatdariyê ne jî ji bo nixumandina bûyerê hewl dan.”
Muslum Dogan jî weke Kenanoglû diyar kir ku kiryarê rastî, dewlet bi xwe ye û ev nirxandin kir: “Ev 24 sal in hê sûcdarên rastî nehatine eşkerkeirin, ji ber ku tê zanîn; eger bên eşkerekirin, ev yek wê bigihêje dewletê. Civaka Elewî dizane, ya ku ev organîze kir dewlet e, hêzên paşverû li wê derê tenê weke maşikê hatine bikaranîn; armanca bingehîn pêşîgirtina li rêxistinbûna Elewiyan û azadiya bîrdoziya wan e.”
NAVENDA NÛÇEYAN