Yekşema bihurî rojnamevana Elman, Pat Christ, Xelata Aştiyê ya Wurzburgê wergirt. Di dema merasîma xelatdayînê de Huseyn Mahmûd 28 salî yê ku KUrdekî ji Rojava ye û li Elmanyayê penaberê, li tembûrê xist. Pat Christ ji ber xebatên xwe yn ji bo penaberan hêjayî vê xelatê hat dîtin. Ev xelat ji sala 1995´an ve tê dayîn li mirovên ji hawîrdorê ji bo aştî û bihevre jiyana gelan xebitîne. Di dema merasîma xelatdayînê de, Huseyn Mahmûd xwest bipeyive û ji bo rojnamevanê got, “Pat Christ dema li min nihêrî ne tenê penaber, lê mirov jî dît.” 


 WURZBURG