Şêwekarê navdar Antonio Pisanello (1395-/1455) ê ku salên 1425/26 li Qesra Mantuaner xizmeta mîrêmîran, Ludovico Gonzaga kiriye, di nava hunerê xwe yê resamiyê de cih daye gelek resmên hespan jî. Wî nexasim jî heştpelên (rêzeke li ser heman mijarê a ji heşt pelên li ser wan resm hatine xêzkirin) li ser mijarê xêzkirine ku bi dehan mînakên wan roja me ya îro jî li muzeyan tên pêşandan.
Ev elaqeya wî ya ji hespan, ya rastî nîşana meyla wî ya kêf û hezeke ji bo xweza û hawîrdorê jî nîşan dide. Her çî teknîka wî ye, ew di navbera realîzmeke hişk û rêûresma şovaloresk (elaqedarî siwaran) de li nîvê rê ye; belkî kî tewazûneke di navbera herduyan de ye.
Hespên zînkir, hevsar û rikêbkirî, di resma wî de gihişt kalîteyeke sîtîlîstik a narîn û nirxbilind; ev jî ji bo mijarên wî gelekî tercîhkirî derketiye pêş ji ber ku tesîra qesrên Îtalî ên sedsala 14´an gelekî li wî bûye. Jixwe, ew bi xwe jî li van qesran gelek caran dihat wezîfedarkirin, weke hunermendekî xelkê ya rastî mîr û mîrekan gelekî li wî dipirsî.
Teknîka xurtkirina bedewiyê
Dema ku em li resmên wî yên hespan dinihêrin, weke mînaka me ji bo wêne li vir tercîhkirî, hingê em dibînin ku xêza wî dike ku mirov wiha hîs bike: Em rûbirûyê hespekî ne ku bi rastî jî dibeze û awirên wî jî req li ber wî ne. Bi xêra xetên zirav û sivik, pirça li ser enî û pozê hespê, dike ku qethiyeteke wisa diafirîne ku ji bibîrxistineke besît û wêde diçe: Ev têgihan ji bo qismên sîh li ser wan jî, lê ye ku bi di zikhevbûneke giran a xetan de pêk tê. Ew awira pirr nêzîk û rûbirû dike ku ev fîgurê xêzkirî veguhere lêkolîneke “fîzyonomiya heywanan”. Ew xêzkirina kite bi kite a enî û pozê hespê, ber bi sîng û stûyê wê ve, hêdî hêdî tarî û pê re jî serbest dibe. Herçî skurh e, hunermend xetên dirêj û bilez kişandine da ku bijiya hespê xêz bike. Bi baleke bi westîne, hevsar û zîn hatine xêzkirin ku bedewî û xurtiya vî resmî vê heywanê zêdetir dike.
Gelo ev gerîna li rastiyê ye?
Ev meraq û endîşeya pênasekirinê û bêqisûrbûnê ku hêmanek e ku pirr xwe nîşan dide di resmên Pisanello de, bi wê şaşiya hunerî ya texlîdkirina rastiyê bi encam nabe. Ango ev nimûneya ku îro roj li muzexaneya Louvreê a li paytexta Fransayê Parîsê tê pêşandan, ne ji ber wê hewldana gerîna li rastiyê derketiye holê, ew bêhtir xwegihandineke formel a lêkolîna wê heyamê belav bûyî bû.
Ev hespê hevsarkirî, wisa tê hizirkirin ku bûbe model ji bo gelek resmên wî çêkirî, weke freskên li îbadetgeha Pellegrini a di nava dêra Sant Anastasia a li Véroneyê. Bi her halî vî hunermendî gelek hesp, çûk û teyrûtilûr xêz kirine, vê yekê jî rê li ber gelek şîroveyan vekiriye. Yek ji van şîroveyan ew e ku wî xwestiye modelan çêke li gorî sparîşên hatine kirin. Şîroveyeke din jî dibêje, ew hunermendekî çanda serdema xwe bû û encama wê çandê bûye: Di nava qesrên sedsala 14´an ên Îtalyayê de wî dikarî bi tam û tercîhên reng û taman ên qesrên mîran bihise ku koka wan ji wêjeya siwaran a şovaloresk û mîrateya bestiyerên (resmên/peykerên heywanan) ên serdema navîn, vegotinên heywanan in ku bal li ser anatomî û sembolîzmê bû. Bala wî ya li ser wan, îşaret pê dike ku di wê kêliyê de ku hindik mabû ronesans dest pê bike jî vê rêûresmê hîna dewam dikir.
Piçûkê ji Pisayê
Di saxiya xwe de hunermendekî navdar bû, lê Pisanello piştî mirina xwe hat jibîrkirin. Vasari wê tenê bi çend rêzan behsa wî bikira. Hîna nû di sedsala 20´an de hunermend bi girîngiya wî hisiyan: Ew hunermendekî dahiyane behremend bû û bi ser de jî wî tiştên nû yên ronesansê jî girtibûn nav hunerê xwe. Jixwe ev hespê hevsarkirî jî nîşan dide ku haya wî ji perspektîfê heye. Hilberîna wî ya grafîk gelekî dewlemend be jî ji tabloyên wî yan jî resmên temamî kêm mane heta bi roja me ya îro. PARÎS
Jînenîgeriya wî
Antonio Pisanello sala 1395´an ji dayik dibe û sala 1455´an jî dimire. Wî salên 1425/26 li Qesra Mantuaner xizmeta mîrêmîran, Ludovico Gonzaga kiriye. Wî li Venedîk, Verona, Roma, Ferrara, Rimini, Mîlano, Mantua (Palazzo Ducale) û herî dawî jî (1448/9) li Napolî kar kir. Wisa tê hizirkirin ku hilberîna wî ya hunerî di bin tesîra Gentile da Fabriano, ku freskên wî li Venedîkê û Romayê wî paşê dewam kirin. Her wiha Michelino da Besozzo jî tesîr li wî û hunerê wî kir.
Salên 1439-42 ew li Mantua û Verona ma û ji ber şerê di navbera Mîlano û Venedîkê de eskerên Gonzagas dema bajar talan kirin, ew jî li Vendeîkê girtin. Lê piştî bi demeke kurt hat berdan.
Ya hêjayî behskirinê ew e ku Pisanello weke resamê qesrê salên 1445-47´an li Mantua freskên bi navê ‘Sala del Pisanello’ bi îmajên şer û siwaran çêkiriye.
Sala 1449´an Qesra Napolî îmtiyazên hunermendekî fermî danê. Ew gelekî muhtemel e ku sala 1455´an li Romayê miribe.
