Li sûkên bajaran berê, li gorî pêdiviyên berê, cihê nêçîrvanan, cihê kurkvanan jî hebû. Ev eziyeta li heywanan dihat kirin, îro bûye pîşesaziyek ku ji bo çermê xwe heywan jê tên xwedîkirin û serjêkirin. Yanî mirov êdî xweziya xwe bi nêçîrvanan û kurkvanan jî tîne. Berê li bajaran xan û sûkên nêçîrvan û Kurkvanan hebûn. Hîna jî yek jê li rihayê heye. Xana Kurkvanan ku wargeha çermvanan bû berê li Rihayê wêran bûye. Berê li xanê 80 çermvan hebûn, lê belê niha tenê 4 dikandar mane û ji wan ê temenpiçûk jî 62 salî ye.

Çermvan Îbrahîm Halîl Mesçi, dibêje, ji zarokatiya xwe ve wî dest bi çermvaniyê kiriye û berê li xanê nêzî 80 çermvanî hebûn, lê belê niha 3-4 heb mane. Mesçi, lê mikur tê û dibêje, wisa biçe, wê çermvanî nemîne. Ew pê naêşe, lewma li gorî wî çermvanî perîşanî ye. Mesçi ev 42 sal in vî karî dike, wiha behsa çîroka vî pîşeyê xwe di nava malbata xwe de dike: “Bavê min li ber destê kalê min, ez jî li ber destê bavê xwe hîn bûm. Lê siberoja vî karî tineye. 4 zarokên min hene, lê min yek ji wan jî neda ber destê xwe. Em perîşan bûne, qet nebe bila ew nebin.”

10 salên din wê nemîne

Mesçi çerman ji qesaban û çermvanên li Dîlokê dikire, bi wan êleg, kurk û aksesûaran çê dike: “Çi bi dest me bikeve, me qebûl e. Çermvanên berê qezenc dikirin. Lê niha ne wiha ye. Gava min dest bi vî karî kir, 80 dikan hebûn. Lê niha 3-4 heb mane. Em çûne mirine haya kesî jê tineye. Heger wisa dewam bike wê ev kar 10 salên din nemîne.” Heger tinebûna vî karî wê bi xêra xweşî û saxiya mirov û heywanan bihata xem nedikir, lê bikaranîna çerm û eyar di asta pîşesaziyekê de wê zilma li ruhberan zêdetir bike. Mesçî ji bo vî dibêje: “Her tişt bûye yê fabrîkayan. Fîrmayên mezin vî karî dikin. Dewlet destekê dide van fîrmayan.”

 

MA/RIHA