
Derhêner û senarîsta ji Rojhilatê Kurdistanê, Maryam Samadî ji bo ku fîlmên xwe bide nasîn û bi sînemavanên Kurd re fikrî bide û bistîne, li Stenbolê ye. Maryam li bajarê Ûrmiyeyê dijî, li ser sînemaya Kurdî xebatan dimeşîne. Samadî bal kişand ser jinên Kurd ên bi sînemayê re elaqedar in û got: “Elaqeya jinan ji bo sînemayê her ku diçe zêde dibe. Em bi sînemavanên jin ên her çar parçeyên Kurdistanê re car caran tên cem hev. Li rojhilatê Kurdistanê jî êdî sînemaya Kurdî sal bi sal bi pêş dikeve.” Samadî destnîşan kir ku ew dema li Îranê xebatên sînemayê dike, li pêşiya wê astengî tên danîn û wiha pê de çû: “Nexasim, ev astengî ji ber nasnameya me ya Kurdî ne. Li Îranê nîvîsandina senaryoyan her wiha di warê herêma lê hatiye nivîsandin jî girîng e. Mînak ez li herêma Sînap a Ûrmiyeyê dijîm. Li vir astengî tine ne, lê li bajarên din astengiyan li pêşiya me datînin.”
Şêweyekî nû diceribîne
Samadî der barê fîlma xwe ya dawîn ‘Havîna Qulingan’ de jî da zanîn ku ji ber ku zimanê fîlmê bi Kurdî bûye, bi mehan belgeya rayeyê nedane wê û wiha axivî: “Rayedaran xwest zimanê fîlm bi Azerî be. Ez jî ji bo zimanê dayika xwe têkoşiyam. Ez naxwazim Kurd di sînemayê de bi êş û xemgîniyê re wekhev bên dîtin. Di Havîna Qulingan de jî îtîraza li dijî vê yekê heye. Me gelek caran Kurd di fîlman de wek mezlûm nîşan dan. Sînemavanên me bi giştî êş û kederê nîşan didin. Min jî xwest hinekî Kurdan û zarokên Kurd bi xeyalên wan vebêjim.”
Berxwedana jinên Kurd
Derhênera jin Maryam Samadî rexneyên xwe yên der barê cih nedana berxwedana jinan de jî anîn ziman û piştrast kir ku di sînemayê de mijara esas a gelê Kurd berxwedana biheybet a jinên Kurd e, lê ev nayê nîşandan. Samadî da zanîn ku ji vir û bi şûn ve dê herî zêde li ser vê mijarê bisekine û wiha peyivî: “Min di jiyana dayika xwe de berxwedan dît. Berxwedana jinên Kurd cuda ye. Her tim di nava berxwedanê de ne.” Samadî bal kişand ser jiyana jinên li Rojhilatê Kurdistanê jî û derbirî ku di esasê xwe de ne tenê li Rojhilat, li Îranê hemûyî jiyana jinan di bin zextan de ye. Samadî eşkere kir ku jin li Îranê bi gelek zextan re rûbirû dibin, ji ber vê jî nikarin bikevin karekî û xebatên wan tên astengkirin.
ROJDA OGUZ / ŞÛJİN / STENBOL