Li Rojava dema qala yekîtî û yekrêziyê tê kirin, her kesê niştimanperwer destekê dide û dixwaze bigihîje encamê. Lê kesên naxwazin û hincetên cuda tînin ziman, ew dijminê doza Kurdan in.
Aliyên heta niha têkiliyên li ser navê ku dewleta Tirk ne dijminê Kurdan e û tenê dijminê aliyekî ye, çima ewqasî çavên xwe digirin û serê xwe xistine bin axê. Gelo feyda wan jê çi ye? Erê rast e divê têkilî bi hemû aliyan re hebin, lê dewleteke eşkere gefên tinekirinê li te bixwe, ji bo peywendiya pê re, çawa em bên qanihkirin ku normal e. Ma mirov çawa bi dijminê xwe re li ser sifrekê dikare rûne. Ev dijminê ku her roj li Bakurê Kurdistanê gorên zarokên Kurdan xira dike û êrişî dayikên Kurd dike, çawa danûstandin wê pê re bibin? Ev dijminê ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî Kurdan qetil dike û yên din jî bi rêbazên cuda ji malên wan dide koçberkirin, malûmilkê wan desteser dike û çeteyan li şûna wan bi cih dike, çawa cîrantî wê pê re bibe? Ev dijminê ku her roj li Başûrê Kurdistanê gund û çiyayên Kurdan bombe dike û zarokên Kurdan qetil dike, pê re çawa dostanî wê bibe? Nabe, dijmin nabe dost. Dijminê bavan nabe dostê lawan.
Beriya çend rojan Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu dîsa çavsorî kir û li dijî hatina gel hev a PYD û ENKS’ê axivî û got: “Em ê nehêlin ku lihevhatin pêk were”. Gotinên Çavuşoglu yên niha, heman gotinên Erdogan ên 2017’an dema referandûma li Başûrê Kurdistanê ya bi destê PDK’ê, tîne bîra me. Wê demê jî Erdogan digot; em ê rê nedin, hûn kî ne ku qala Kurdistanê dikin. li ser sînorê Başûrê Kurdistanê tank û top, leşker kom kirin û tetbîqata leşkerî pêk anî û her roj gefa êrişê dixwar. Ew heman gef in û heman hişmendî ye. Hişmendiya dijminatiya doza Kurdan e.
Dewleta Tirk careke din ketiye nava tevgerê û hewldanên ku dar bixe ber dolaba lihevhatina aliyên Kurd li Rojava û nehêle înîsiyatîfa fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî ya ji bo yekîtiyê biçe serî. Li aliyekî qala aliyekî “serbixwe” dike û ger ji destê wan derkeve, dixwaze bedîlê ENKS’ê hazir bike, û li aliyekî din gefên tinekirinê dixwe. Gotineke pêşiyan heye, dibêje; “Beq nequre ew ê bidire”. Çavuşoglu yê Tirk jî weke beqê lê hatiye; ger neaxiviya, ew ê bidiriya. Û di dawiyê de ya xwe got; “em ê nehêlin”.
Her ku encam derkevin holê ji hevdîtinan û hewldanên yekîitiya Kurdan li Rojava, em şaş nemînin ku dewleta Tirk bo tirsekê çêke, sewqiyeta leşkerî bîne ser sînor û tetbîqatên leşkerî bike û bibêje, ez ê êriş bikim. Ha ji ber vê yekê divê bi lez alî werin gel hev û pêşiyê li hemû hewldanên dewleta Tirk a ku dixwaze Kurdan bixe qirika hev bigirin. Ew jî tenê bi hatina gel hev a li Rojava nabe. Ger li Başûrê Kurdistanê PDK û PKK bikevin şerekî, ew ê çi yekîtî li Rojava bibe? Ger aloziya li Zînî Wertê çareser nebe, ew ê çi yekîtî û lihevkirin li Rojava biçe serî? Ger biçe serî jî ew ê riziyayî be. Aliyên Kurd dikarin bersiva Çavuşoglu û dewleta Tirk bidin. Ne bi daxuyaniyan, divê bi helwêsta, ‘çi dibe bila bibe, em ê werin gel hev’ bersiva wî bê dayîn.