Yuksel Akarsû piştî 21 rojan ji aliyê Rêveberên ÎHD û BDP'ê û birayê cerdevan Ahmet Akarsu ve hat teslîmgirtin. Cerdevan Akarsu, piştî serbest hat berdan, axivî û wiha got: "Gundê me berê vala bûbû. Di sala 2003'an de em dîsa vegeriyan gundê xwe û me dest bi çandiyiyê û sewalkariyê kir. Wê demê dema trên hatin bombekirin em her tim li gund rastî zext û zordariyê hatin. Di 29'ê Nîsanê de li qereqolê leşkeran got 'gerîlla katirvan revandin e' Ji bo ku ez ji biçim kontral bikim ez çûm çiyê. Dema ez li çiyê bûm leşker bi telefonê li min geriyan û gotin hinekî din dakeve jêr. Dema ez daketim jêr min heval dîtin. Wê demê ez tirsiyam ku min bikujin. Dema ez dîtim eleqe û hezkrin nîşanî min dan. Pişti ez girtim 21 rojan ez li cem xwe girtim. Ji ber eleqeya zêde ez her tim şok bûm. Ew qas baş û bi nezaket bûn, ez matmayî mam. Dewletê tu gav neavêt. Bila xwedê tu zerarê nede gerîlla. Xwedê ji wan razî be."

Akarsu, anî ziman ku kesekî bi wazî wan ji welatê xwe hez dikir û hemû daxwazên leşker pêk dianî tune bû. Lê dema ez hatim binçavkirin kes bi min eleqeder nebû. Em dixwazin êdî hemû cerdevan dest ji çekan berdin û piştgiriyê bidin doza gelê Kurd. Bila ji bo xatirê 950 TL neçin xwe nedin kutin. Bila neçin birayê xwe nedin kuştin. Bila nebin qatilê birayê xwe. Bila li pêş birayên xwe nebin asteng û barîkat.
Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Çewlîkê Mehmet Can Înce, jî diyar kir ku gerilla li gorî ruhê pêvajoyê tev digerin û wiha got: "Me dît ku gerilla bi awayekî pir guncav tev digere. Em spasiya xwe ji wan re dikin."

Spasiyên xwe anin ziman

Hevserokê BDP'a Çewlikê Halîs Yurtsever jî anî ziman ku "Piştî birêz Ocalan di 21'ê Adarê de banga dîrokî ji bo pêvajoya nû kir ji aliye hemû cîhanê ve rastî eleqeyek mezin hat. Îro me birayê xwe Yuksel bi saxî û silametê wergirt. Gerîlla ji ber peyvira xwe ji ber ku birayê me cerdevan bû ew binçav kirine. Lê dîsa ew bi saxî teslîmî me kir. Em ji hevalên xwe yên gerilla re spasiyên xwe tînin ziman. Ew ne ji bo tiştekî derketin çiyê ji bo azadiya xwe çûn çiyê. Ji bo gerîlla birayê me bi saxtî teslîmî me kir em ji wan û Birêz Ocalan ku ev pêvajoya aştiyê da destpêkirin re spas dikin. Em bang li çar perçeyên Kurdistanê dikin û em dibêjin pergala cerdevaniyê pergala îxanetê ye. Dixwazin bira bibira bidin kuştin." 

DÎHA/ÇEWLÎK