
Kasibkarekî Kurd dema xwest sînor derbas bike û xwe ji Pasdarên Îranê veşêre di çiyê re wer bû, bi giranî birîndar bû û berî bigehe nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Pêr serê sibê Pasdarên Îranê li navçeya Şîlêr a li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistan, li pêşiya Kasibkaran kemînek danîn û bo sedema mirina kasibkarek Kurd.
Di ajansên Kurdî de hat ragihandin ku kasibkarê jiyana xwe ji dest dayî Azad Feyzî ye û xelkê gundê Sipore yê ser bi navçeya Tîleko ya Seqizê ye.
Her wiha li gorî heman ajanasan, kasipkarên Kurd li ser sînor raste rast hatine gulebarankirin û ev gulebaran bûye sedem ku Azad Feyzî di çiya re wer bibe û bi giranî birîndar bibe. Ajansan ev agahî jî parve kir: “Ji bo çareseriya birîna wî, ew anîn Pencewînê, lê beriya ku bigihe nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî niha li morga nexweşxaneya Silêmaniyê ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN