Dengbêj Necîbe: Li vî welatî herî zêde zilm li Kurdan bû. Dayik ev çend meh in ku ji bo piştgiriya zarokên xwe li meydanan rastî zilmê tên. Divê em serî li hemberî zilmê netewînin. Ji ber vê divê em piştgiriyê bidin hev û li kêleka hev bin.
AYŞE SURME / MA / ÎDIR
Yek jî dewamkarên rêûresma dengbêjiyê Necîbe Akgol, li malên ku li wan dibe mêvan, kilamên xwe ji bo Leyla Guven distrîne. Akgol diyar kir ku ew feryad û îsyanên gelê Kurd tîne ziman û got, “Hinek dikin wêne û bi nivîsandina helbestan vedibêjin. Ez jî bi kilamên xwe tînim ziman.”
Necîbe Akgol a li Îdirê, hîna di zarokatiya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye. Ew heta roja îro jî rêûresma dengbêjiyê dewam dike. Ew fena berê diçe malan û kilamên xwe distîrîne. Akgol ligel kilamên gelêrî, kilamên jixweberî jî dibêje. Akgol, di demên dawî de kilamên xwe ji bo berxwedana Leyla Guven û grevên birçîbûnê dibêje.
Akgol, diyar kir ku endamên malbata wê hemû dengbêj in û wiha axivî: “Em li malan tên gel hev û bi cîranên xwe re şevbihêrkan li dar dixin û em hewl didin vê rêûresmê bidin jiyîn. Em li dawetan jî kilaman distirînin. Dîrokeke bi kok a dengbêjiyê heye. Tiştên diqewimin, em bi kilamên xwe vedibêjin. Dengbêjek, hemû bûyerên civakî yên mîna eşq, koçberî, şer, mirin, şîn û keyfxweşiyan dike kilam û dibêje. Dengbêjî wêjeya bi devkî ya çanda me ya herî berê ye. Awayê jiyana me vedibêj. Ez bûm şahidê, mirovên me yên di bûyerên li Kobanê, Roboskî, Cizîr û Sûrê de jiyana xwe ji dest dayî û zextên li ser gelê Kurd. Dema ku ez van tînim ber çavên xwe, ew feryad û îsyan bandorê li zimanê min dike. Hinek dikin wêne û bi nivîsandina helbestan vedibêjin. Ez jî bi kilamên xwe tînim ziman. Ev mîrateya ku min ji malbata xwe girtî, ez nîşanî derdora xwe û zarokên xwe dikim.”
Çalakger mîna zarokên min in
Akgol, di dewama axaftina xwe de got, “Di demên dawî de ez kilamên xwe ji bo Leyla Guvenê û girtiyan dibêjim. Ji roja ku grevên birçîbûnê destpê kirî ve ez di kilamên xwe de behsa têkoşîna grevên birçîbûnê dikim. Ez ji berxwedana Leyla Guven û girtiyan îlhamê digirim. Tu ferqa kesên di greva birçîbûnê de, ji zarokên min tineye. Tekane armanca grevên birçîbûnê, şikandina tecrîdê ye. Ez vê rastiyê bi kilamên xwe vedibêjim.”
Daxwaz mafdar in
Dengbêj Necîbe Akgol da zanîn ku divê mirov piştgiriya çalakgeranbike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heger tecrîd rabe, dê pêşî li aştî û wekheviyê vebe. Hemû cihan jî baş dizane ku ev daxwaz daxwazên mafdar in. Li vî welatî herî zêde zilm li Kurdan bû. Dayik ev çend meh in ku ji bo piştgiriya zarokên xwe li meydanan rastî zilmê tên. Gelo kijan dil li hemberî vê zilmê dikare xwe bigire? Divê em serî li hemberî zilmê netewînin. Zilma li me hatî kirin, ji xeynî me ti kesê din nikare fêm bike. Ji ber vê divê em piştgiriyê bidin hev û li kêleka hev bin.”
Kilama ji bo Leylayê
Kilama Necîbe Akgol ji bo Leyla Guvenê û girtiyan çêkirî û dinihurîne jî bi gotinên xwe, weke li jêr e:
Digot, dayê ez Diyarbekirê dinêrim kevir ser kevira nemaye.
Ez bala xwe didim hawara me kurda ye
Leyla 187 roj in, greva birçîbûnê de ye
Ez ê xwe qurbanî te bikim Leylayê
Çavê wê li aşitî û biratiyê ye
Ax delalê delal
Digot, ser serê me kurdan fermaneke xweş ferman e
Digot, dayê li me ferman e
Digot, bala xwe bidinê, ji vir heta Kobanê xwîna me kurdan çiqas rijiyaye
Ax delalê delalê
Digot, dayê kesek ku alîkariya me bike tine ye
Ax delalê delal”