DÎLAN KARACADAĞ
Parlamenterên Elman jî destek dan boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê. Parlamenterê Partiya Çep ê federal Gregor Gysi got, ”Tenê binpêkirina mafên Kurdan jî bes e ji bo ku mirov li wî welatî betlaneya xwe neke”. Parlamentera eyaleta NRW’ê ji Partiya Kesk Bêrîvan Aymaz jî bal bire ser welatiyên Elman ên li Tirkiyeyê girtî û got, teşwîqkirina turîzma li Tirkiyeyê nakokî ye.
Ji 15’ê Hezîranê û pê ve Elmanyayê qedexeya ger û geştê ya ji bo 26 dewletên Yekîtiya Ewrûpayê (YE), ji bo Ingilîstan, Norwêc û Swîsreyê rakir. Ji bo rakirina qedexeya ger û geştê ber bi Tirkiyeyê ve jî li benda biryara Komîsyona YE’yê ye ku di nava vê hefteyê de wê bê dayîn.
Parlamenter Gregor Gysi ji me re got, “Binpêkirina mafên Kurdan ji bo ku mirov li Tirkiyeyê betlaneyê neke sedem e. Wezareta Karê Derve ya Elman divê xwe nede ber pêşniyazên ger û geştê. Mesela ez ger û geştên ber bi Yewnanistanê ve tercîh dikim.”
Bêrîvan Aymaz jî got, cihê metelmayînê ye ku derî tê vekirin li Tirkiyeya krîzê şefaf nameşîne. Wê di dewamê de girtîbûna welatiyên Elman jî bi bîr xist û got, ”Di navê de welatiyên Elman jî bi hezaran siyasetvanên muxalif, rojnamevan û çalakgerên mafê mirovan bi binpêkirina hiqûqê, tên hepskirin. Girtiyên nexweş jî terkî mirinê kirine. Hikûmeta Elman di hevdîtinên xwe yên bi delweta Tirk re divê behsa van mijarên muhim û lezgîntir bike.
Tirkiye nexasim ji bo Kurd û Elewiyan welatekî ne ewle ye. Li aliyekî hişyarkirina mirovan ji ber ger û geşta ber bi Tirkiyeyê ve û li aliyê din teşwîqkirina turîzma Tirkiyeyê nakokî ye.”