Di fuara pirtûkan a li Frankfurtê ez li dezgehan digeriyam da ku mijarên balkêş peyda bikim û çend wêneyan bigirim. Dema ku ez di ber dezgehên ku mijara wan mafên zarokan û jinan re bihurîm, min berê xwe da cihekî weke dikekê, sê jin bi ber çavên min ketin. Ya ku di nîvî de rûniştî (Neehaari Mandali) herî zêde bala min kişand ser xwe. Jina ku li aliyê wê yê rastê rûniştî (Laura Salm-Reifferscheidt) bi ser wê ve tewiya, ew jî di guhê de peyivî. Jina li aliyê rastê jî bi Ingilîzî got, "ev êrîşek e li dijî xweşikayiyê, Neehaari dibêje, Dema êrîşkar ava kezabê li jinekê dike, di cih de dibîne ku bedewiya jinê bi awayê lê venegere, tine dibe. Rû û nexasim jî endamên cinsî yîn bedana jinê dikin armanc ji êrîşên xwe re.

Ava kezabê bi hêsanî peyda dibe

Min dêhnê xwe da dezgehê, ya weşanxaneya Lammerhuber bû. Jina di nîvî de rûniştî li ser pirtûka li ser dezgehê danî diyar bû; naxwe ew yek ji wan jinan e ku ev pirtûk behsa wê dike. Li ser dikê jina li aliyê çepê ya Neehaarî rûniştî (Ann-Christine Woehrl) li ser pirseke ji nava guhdaran dibêeje, "ji ber ku bi hêsanî peyda dibe ava kezabê tê bikaranîn. Ji ber wê jî gelek rêxistin hene ku dixwazin bi awayekî hîsanî xwegihandina cureyên asîdê, ava kezabê bi qanûnan were astengkirin. Li Kamboçya weke mînak kanûnên bi vî rengî ketin meriyetê."
Piştî ku danasîn û nîqaşa fermî bi dawî bû, min berê xwe da pirtûkê: "In/visible (Ne/darîçav)"! Ev pirtûkek e ku wênegira jêhatî û xelatgir Ann-Christine Woehrl û rojnamevan Laura Salm-Reifferscheidt wêneyên 48 jinên ji 6 welatan ên ku mexdûrên êrîşên bi ava kezabê ne têde berhev kirine. Ji bilî vê, portre û serpêhatiya 6 jinan jî bi awayekî berfereh di pirtûkê de cihê xwe digire. Welatên bijartî Kamboçya, Bangladeş, Hindistan, Pakistan, Uganda û Nepal in.
Piştî ku min bi serê awiran xwe hinekî agahdar kir, min berê xwe da cem Neehaarî û xwest pêre roportajê bikim, pêre jî wênegir û nivîskara pirtûkê jî amade bûn bersiva çend pirsên min ên nîv-rojnamevanî bidin.

Bi nasîna kesekî şewitî projeyê destpê kir

Laura got, wê berê li ser mijarên ji nava civakê vederkirina jinan di du projeyan de cihê xwe girtiye û beriya bi deh salan hevalekî wê yê hunermend ê Kubayî ew bi kesekî re ku şewitiye daye nasîn û jê xwestiye hinekî pêre elaqedar bibe. Laura dibêje, "hingê bandora şopên şewatê li ser bedana mirovan û tesîra wan li ser jiyan û derûniya wan bandor li min kir û ez ber bi vê projeyê ve ajotim."
Baş e, li dinyayê gelek dever hene ku mijara xweşewitandin û bi ava kezabê şewitandina mirovan pirr belav e, çima ev her şeş welat? Sdem pirr besît e: hejmara kesên bi ava kezabê tên şewitandin li van her şeş welatan gelekî zêde ye. Helbet, beriya şewitandina bi ava kezabê, tecrûbeyên mexdûrbûna şîdetê hene. Laura dibêje, "me nexwest em vê bûyerê bi Îslamê re elaqedar nîşan bidin, ji ber wê jî Ugandaya xiristiyan, Nepala Bûdîst, Hindistana pirrdînî jî me bijart. Ev diyardeyeke çandî ye. Li welatên rojava jî belav e, lê ne biqasî van her şeş welatan." Jixwe li van welatan rêxistin hene ji bo ku zorê li hikûmetan bikin da ku gihiştina ava kezabê zehmet bikin. Beriya her tiştî jî fona projeyê beriya bi du salan qebûl bûye û dest bi projeyê kirine.

Min xwest weke mirov wan bidim nasîn

Ann-Christine dibêje, "ya herî zehmet ew e ku mirov ne amade ne. Di vê projeyê de me mexdûrbûna kesan dernexist pêş, me bêhtir ew yek derxist pêş, ka piştî bûyerê, tevî zirarên li beden û ruhê xwe çawa jiyana xwe dewam kirin, ji vê yekê jiyanake çawa afirandin." Ew dibêje, wê xwestiye deriyê serpêhatiya van jinan li dinayayê veke wan bide nasîn. Ann-Christine ji bo wênegiriyê carinan bi hin kesên portreyên wan di pirtûkê de bi hefteyan maye, bi her halî ew bi her yekê ji wan re demeke diyar lê belê di her kêliya wan de bi wan re bûye. Carinan bê tercûman bi Ingilîzî bi wan re daye û stendiye, lê belê carinan jî bi rêya wergêr; vê yekê ew tirsandiye, lê bi hev re mane nêz û dostane ev tirsa wê bêmane kiriye.
Ann-Christine balê dikişîne ser wê yekê ku di çarçoveyên cihê yîn çandî de sedemên van êrîşan û vê şîdetê diguhre, lê belê di çandên cihê de rastê van êrîşên bi ava kezabê tên û dibêje, ji bo min a girîng ew bû ku ez van mirovan nîşan bidim ku piştî vê êşa giran jî dîsa ew mirovên beriya hingê ne û jiyana xwe dewam dikin."

Fer dibim ji heqî pirsgirêkan derkevim

Herçî Neehaari ye, 25 salî ye û sala 2009´an bi daxwaz û zexta dê û bavê xwe qebûl dike bi kesekî re bizewice. Ew berê bi wî mêrî re bi rêya telefonê dipeyive û bawer dike ew mirovekê baş e. Lê bi zewacê re ew zilam şideta fizîkî, manewî û cinsî lê dike. Ew jî diçe mala dê û bavê xwe. Hewl dide xwe bi şewitîne. Dema ku mêrê wê paşê li derve wê dibîne, ew bi xwe ditirse, lê belê dûvre dibêje, "ez hez ji vî mirovî nakim, ji bo çi ew xema min be. Niha ji bo min ew xerîbek e". Naahaari dibêje, malbata wê paşê ji bo wê gelekî mitale kirine, lê ew xurt e û dixwaze karê xêrxwaziyê bike bi destê saziyekê ku navek jî jêre peyda kiriye: "Bedewiya dilê jinên şewitî". Ji xwe dilê Naahaari bedew e, lê dilê wê xemgîn e jî, dema hewl da xwe bikuje, bi bar e û zaroka di zikê wê de hingê dimire. Dîsa jî bi gotinên wê "ez di jiyana xwe ya beriya hingê de bê terûbe û xeşîm bûm. Min nedizanî çawa ji heqî pirsgirêkan derkevim. Niha ez fêr dibim." 



LUQMAN GULDIVE