
Xwestibû bi tang, top û balefiran dagire. Têrê nekir, zarok, jin, ciwan, kal û pîr bi dehan ferdên wê qetilkirin, gundên wan hatin talankirin. Mehkumî şaxorên daran û tenhayên çiyayan kirin. Serhildana Sasonê ku mora xwe li demekê da, bi sirgûnkirinaSûriyeyê hatibû çewisandin. Neferê dawî yê vê serhildana bi rêgezên xwe ket nav pelên dîrokê û nêzî 10 salan bi rejîma Kemîlîzmê re têkoşîya Abdulcelîl Altan jiyana xwe jidest da. Altanê 90 saliyê li gundê Dêrşewana navça Hezoya Êlihê dijiya berbanga şeveqê ji ber nexweşiya dil jiyana xwe jidest da. Altan ji aliyê malbat û heskiriyên wî ve li gund hat veşartin.
Dîrokeke zindî bû
Evdilcelîlê Eliyê Ûnis, bi navê fermî Abdulcelil Altan, di sala 1922'an de li gundê Mêrgana navça Hezoya wê demê wekî nahiye bi ser Sêrtê ve jidayîk bû. Di van salên ku komar dihat avakirin de destpêka serhildana li dijî rejima Kemalîzmê bû jî. Maye ku di salên 1925'an de Şêx Seîd serî rakiribû. Malbata Mala Eliyê Ûnis ango bavê Evdilcelîl û apên wî jî li herêmên lê dijiyan serî rakirin.
Bapirê Evdilcelîl Elî hê di dema Osmaniyan de wekî kesê serhildêr dihat nasîn û navê wî li herêmê belav bibû. Kurê Ûnis Elî ku li herêmê bi mêrxwaziya xwe dihat nasîn xwest zarokên wî bi navê wî bên bibîr anîn. Lewma navê xwe li malbata xwe dike. Ew bixwe di dema xanedana Osmaniyan de ji serhildanan re rêberî dike. Zarokên wî jî di dema komarê de wekî zarokên nayê rê dihatin zanîn.
Bavê Evdilcelîl Ûnis jî yek ji van zarokan bû. Di serhildana Sasonê de li dijî hêzên dewletê rêberî dikir. Evdîlcelîlê ku kurê baveke bi vî rengî zarokatiya xwe di nav serhildanê de derbas kir. Dema serhildana 1936'an de hê zarok bû. Lê ji ber gundê wan hat talankirin ji neçariyê terfî ciwaniyê bû. Hê di wê temenê xwe de bi komên asî ango; bi bav û apên xwe re ji wî çiya derbasî çiyayê din dibû. Serhildana ku di bin rêberiya apê wî Evdirrehmanê Eliyê Ûnis, Kemalîst gelekî tengav kiribû. Lê mixabin dewletê li dijî wan êrîşeke bê hempa dabû destpêkirin.
Û salên sirgûnê…
Îcar Evdilcelîl di van salan de sirgûnê nas dike. Dewleta tirk bêy ku jin û zarok bibîne hemû kes sirgun kirin. Evdilcelîlê ku 6 meh berê jî tama sirgûnê kiribû dîsa rastî sirgûnê hat. Evdilcelîl di sala 1936'an de ji ber zilma dewletê ber biSûriyeyê ve ketibûn rê. Piştî meşeke zehmet û rêwîtiyeke dûvedirêj gel ji zilma dewletê rizgar bibû. Bêgûman yên neçûbûn jî hebûn. Ew jixwe bi operasyonan hatibûn qetilkirin.
Di sala 1937'an de jî serhildan hatibû çewisandin û ferdên mala Eliyê Ûnis ên mayîn jî hatibûn sirgunkirin.
Sirguna di nav sirgunê de!
Evdilcelîlê ku di sala 1938'an de liSûriyeyê bavê xwe winda kir di encama zehmetiyên mezin de bêy ku biryara sirgunê rabe û malbat vegere di sala 1947'an de vedigere Xerzanê. Bi riya qaçax ketibû nas sînorên Tirkiyê lê li nahiya Milefanê hatibû tê derdestkirin. Evdilcelîl ji vê derê ji bo 33 rojan derdixînin rêwîtiya ku bedelê wê têra salan dike. Lê beriya derkeve rêwîtiyê wî dibin fermandariya kolorduya Amedê û 28 rojan girtî dimîne. Evdilcelîl li vê derê rastî îşkenceyên dijwar tê. Piştre jî ji bo dîsa rêbikinSûriyeyê dîsa wî dibin nahiya Milefana navça Hezoyê. Û rêwitiya dijwar destpê dike. Destpêkê Sêrt ji wir Erûh, Şirnex, Dêrgulê, Cizîra Botan û herî dawî jî Nisêbîn û Qamişlo. Bi gotina xwe piştî 33 rojan bi rêwitiya êş û elem dagirtî dîsa ji axa xwe tê dûrxistin.
Ew qet hînî vê sirgunê nebû. Her tim xiyala vegera ser xakên xwe jiya. Ji bo vê xiyala xwe pêk bîne ket nava hewldanan, lê ev hewldan encam nedan. Di sala 1950'yan de bi derxistina zagonekê Malbata Mala Eliyê Ûnis dîsa vegeriya ser xakên xwe Garzanê. Evdilcelîl jî yek van kesên dê vegeriyan de bû. Hemû gund hatibû talankirin. Lê wan dev ji têkoşîna xwe bernedan û bi serbilindî dîsa vegeriyan gundê xwe.
Berxwedana bi heybet
Di pêvajoya ku êdî pêla Tevgera Kurd belavî cîhanê dibû de malbata Evdilcelîl berxwedaneke bê hempa nîşan dan. Di navbera salên 1986 û 87'an de êdî PKK xwedî eniyeke xurt bû û li çiyayên Garzanê bicih bibûn. Bi hatina PKK'ê re berxwedana mala Eliyê Ûnis jî dîsa destpê kir. Lê tevî vê yekê pêkûtiyên dewletê jî her ku diçû zêde dibû. Roj tune bû ku leşkerên tirk bi ser gundê wan de negirin, gundiyan nexin binçavan û ji îşkenceyan derbas nekin. Ji ber zilma dewletê salên 90'an wekî ewreke reş bikeve ser mala Evdilcelîl bû. Tevî ku gundên derûdor çek girtin û bûn cerdewan, gundê Evdilcelîl ev daxwaza dewletê ji wan kirî bi zimaneke zelal red kiribûn û liber xwe dabûn. Evdilcelîlê ku kureke wî tevlî PKK'ê bibû di sala 1933'an de êşa ewlat jiya. Kurê wî Abdulmelîk, birazayê wî Îzzettîn û burayê wî Huseyîn dema ku ji gund derdikevin û ber bi Hezoyê ve diçûn ji aliyê hêzên tarî ve hatin gullebarandin. Ev qetlîam jî wekî kuştinên kujerên wê nediyar derbasî dîroka Tirkiyê bû. Gundê Evdilcelîl di navbera salên 1993 û 96'an de 3 caran hat şewitandin. Tevî hemû pêkûtî û zilma dewletê jî Evdilcelîl gundê xwe Dêrşewanê neterikand.
Dev ji îsyana xwe berneda
Evdilcelîlê Eliyê Ûnis, 15 roj beriya jiyana xwe jidest bide birayê xwe yê ji wî biçûktir rêwî kiribû cîhana din. Piştî 15 rojan jî wî koç kir. Tevî hemû êş û eleman, sirgun û îsyanan, êşa ewlad Evdilcelîl heta roja ku koç bike jî dev ji îsyana xwe berneda.
DÎHA/ÊLIH