Di dîrokê de gelek caran behsa sebra Hezretî Eyûb hatiye kirin. Ji xwe wê demê ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel û rizgariya ji tengezariyê, ji bo sebir û birçîbûnê ti riyên din li pêşiya Hezretî Eyûb nemabûn. Wê demê zilm derketibû asteke bilind û hemû nirxên mirovahiyê hatibûn binpêkirin. Hezretî Eyûb li hemberî binpêkirina nirxan, bedena xwe feda dike û hewl dide li edalet û ehlaqê xwedî derkeve. Bang li wîjdanê mirovan dike û ji wan dixwaze ku nefsa xwe terbiye bikin. Ji ber vê helwesta wî, civak rêzê ji Hezretî Eyûb re digre û li gotinên wî guhdarî dike. Bê guman kesên bi şik nêzî wî dibûn û ew weke mirovekî dîn binav dikirin jî hebûn. Van kesan weha ji Hezretî Eyûb re digot, "Madem ti pêxemberî, çima xwedê alîkariya te nake. Eger xwedê hebaya tûyê di vê rewşê de bana?" Hezretî Eyûb bi sebir e û tenê bi kirinên xwe bawer dike. Birçîbûn û terbiyekirina nefsa xwe weke riya azadiyê dibîne û weha dibêje; "Bila zimanê min zuha nebe ku ez şukrê ji xwedê re bikim". Hezretê Eyûb li hemberî têgehên gemar, xwe birçî dihêle û nefsa xwe terbiye dike. Bi vî awayî wî nirxên gel parast.
Di dîrokê de mirovên mezin bi hêsanî dernakevin holê. Ji xwe hejmara wan kesan jî ne zêde ye. Yek ji van mirovên mezin jî Gandî ye. Gandî, sembola jiyanê ye. Di heman demê de lêgerînerê heqîqet û edaletê ye. Di mijara terbiyekirina nefsê de gelek biserketî bû û ji bo pêkanîna hevkarî û aştiyê xwedî roleke mezin bû. Gandî bi çalakiya gireva biçîbûnê dikarîbû hestên civakê zindî bike û rê li ber pêşketina edaletê veke. Bi vê helwesta xwe li qada netewî û navnetewî rastî piştgirî û elaqeyeke mezin hat. Gandî bi çalakiya xwe ya gireva birçîbûnê bû sembola çalakiyên guhnedanê (bê îteatiya sivîl)
Dîrok....Dîroka ku dihat xwestin were jibîrkirin.. Dîroka hevdîtina gelên Mezopotamya ya bi Rojê re... Dîroka ku ji aliyê lehengên Rojiya Mirinê ya Mezin ve hatiye nivîsandin...
Li hemberî hewldanên teslîmgirtinê yên faşîzma 12'ê Îlonê Xeyrî, Kemal, Alî û Akîfan bi çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezîn canê xwe feda kirin. Ew leheng bi vê berxwedanê rê li pêşiya me vekirin da ku em ber bi ronahiyê ve bimeşin.
Sîstema Îmraliyê asta herî dijwar ya tecrîdê ye. Ji ber siyasetên Fetullah Gulen ê xwedî taybetmendiyên Muawiye û hevkariya di navbera Tayyip Erdogan û hegomanya Rojava li ser gelê me qirkirin tê ferzkirin û li Îmraliyê sîstema êşkenceya giran tê birêvebirin. Li hemberî tecrîda giran û siyasetên qirkirinê, em 15 heval neçar man ku li Strasburgê bikevin gireva birçîbûnê ya bê dem û dorveger.
Çalakiya me 48 roj li pey xwe hiştin. Her kes baş dizane ku mirov encax bi riya xwarin û wergirtina madeyên qût û zat dikare li ser piyan bimîne, ev yek jî weke rêbaze herî di cih de hatiye dîtin. Li aliyê din, terbiyekirina nefsê jî tê wateya ku mêjî hemû karûbarên bedena mirovan radiwestîne û tenê ji bo qebûlkirina av û tiştên vexwarinê dikare xwe ji nû ve bi bername bike. Di qonaxa yekemîn ya birçîbûnê de eger di warê têgeh û ruhî de sebir û biryardayî hebe jî, hucreyên mirovan hêdî hêdî tine dibin. Nexweşiyên mîna êşa serî, şewata çav, pirsgirêkên bihîstinê, wendakirina kîloyan, êşa hestiyan û pirsgirêkên razanê xwe didin der. Dema amadekirina vê nivîsê ez ji ber êşa hestiyên xwe dinalim. Gotin li cih be, ev nivîs ji bo min veguheriye êşkenceyekê. Lê eger bedena min hilweşe û êşên min gelekî zêde bibin jî, yekser terbiyekirina nefsê dikeve dewrê û min neçar dihêle ku ez vê nivîsê amade bikim. Di roja 48'an de, ez di rewşeke gelekî zehmet de vê nivîsê amade dikim. Zehmete ji bo min ku ez bi sîstemeke rêk û pêk ramanên xwe bînim ziman. Ji ber vê çendê ez ê çend hevokên din jî bicih bikim û dawî li nivîsa xwe bînim...
Li hucreya takekesî ya Îmraliyê, kesê ku jiyana xwe fedayî mirovahiyê kiriye, stûyê xwe li hemberî hêzên emperyal ê statûkoparêz netewandiye, xwediyê berxwedana yekemîn Rêber Apo ye. Wî li hucreya Îmraliyê li hemberî nefsê şerekî mezin daye destpêkirin û veguheriye berxwedaneke dîrokî. Di roja me ya îro de Fetullah Gulen û Recep Tayyip Erdogan nûnertiya têgeha zilma Nemrûd û Fîrawunan dikin. Berxwedana ku me 15'ê hevalan li Strasburgê daye destpêkirin jî, tam li dijî vê zilmê ye.
Bi slogana "An Azadî, An Azadî" em ê meşeleya azadiyê gurtir bikin. Em ê bi terbiyekirina nefsa xwe biryardariya têkoşînê bilind bikin. Em ê bi bedena xwe rojên tarî û lîstokên qirêj ji holê rakin.
Biryardarî û heskirina me ya ji azadiyê re, wê Roja me azad bike!



AHMET KILIÇ / Çalakgerê Gireva Birçîbûnê yê li Strasbourgê