Iranê rojnamevanê Kurd Wahid Fatahî ji ber ku Qasim Silêmaniyê bi bombekirina DYE´yê hat kuûtin, negotiye şehîd, girt.
Bûyer hefteya bihurî li bajarê Pawe yê ser bi ostanê Kirmaşanê qewimî. Beşa Îstîxbaratê ya Pasdaran rojnamevan Wahid Fatahî girt. Li gorî Rêxistina Çavdîriya Mafê Mirovan Hebgawê ji çavkaniyên herêmî fêr bûye, Wahid Fatahî birine cihekî nayê zanîn. Li gorî çavkaniyên Hengawê, ji ber ku di rojnamevaniya xwe xwe de ji bo Fermandarî Hêza Quds a Îranî Qasim Silêmanî yê 3´yê Çile li bexdayê bi bombebrandina Emerîkî de hat kuştin, negotiye “şehîd” hatiye girtin.Muzaffar Walad-Beigi rojnamevanekî din e û ew di heman demê de çalakgerekî ji Pawe ye. Ew kanala Telegramê Dengi Nouriyaw bi rê ve dibe; li gorî îdîayan ew jî bi heman gunehbariyê hatiye girtin. Li gorî îdîayan wî piştî kuştina Silêmanî nûçeyek ji medyaya dewletê girtiye û parvekiriye, lê Qasim Silêmanî weke şehîd bi nav nekiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN