‘Nehêlin dewleta Tirk vê neheqiyê bike!’
Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Cezaxwariyan a Medê (MED TUHAD-FED) ji bo ku girtiyên siyasî li derveyî sererastkirina qanûna înfaza cezayê ya ji ber Covîd-19'ê hatin hiştin daxuyanî da û got, li ser hepsan rîskeke mezin heye. Federasyonê xwest xelk li dijî neheqiya bi sererastkirina qanûnê neyê qebûl kirin, ji bo vê xelk dengê xwe bilind bikin û nehêle ev neheqî bibe.
MED TUHAD-FED'ê got, Wezareta Dadê (ya Tirk) têkilî qanûna kêmkirina înfaza ceza, di pakêta darazê de cihêkarî kiriye.
MED TUHAD-FED'ê bal bire ser girtîgehan û diyar kir ku ji bo vîrûsa koronayê ti tevdîr nehatine girtin û vîrûsa covîd-19'ê tehlûkeyeke mezin e ji bo hepsan.
MED TUHAD-FED'ê got li gelek hepsan xwarin ne li gorî şertên hijyenê ne, malzemeyên paqijiyê nadin hepsiyan, girtiyên sîmptomên şewbê bi wan re hene jî nayên testkirin.
MED TUHAD-FED'ê got, girtiyên li Hepsa Tîpa M'yê ya Êlihê ji bo ku li dijî vê newekheviya înfazkirina ceza rabin, şewat derxistine.
MED TUHAD-FED'ê xwest raya giştî bi hestyar be û dengê xwe li dijî helwêsta wezareta dadê (ya Tirk) bilind bike. Bi pêşengiya wê kampanyaya îmzeyan jî hatiye destpêkirin. Em bi hevserokê federasyonê Mehmet Temizyuz re beriya çendekê peyivîbûn û wî bang li Kurdistaniyan, dostên wan û her kesê xwedî wicdan kiribû da ku destekê bidin kampanyayê. Kesên dixwazin metnê kampanyayê îmze bikin, dikarin ji lînka li jêr vê bikin:
https://www.change.org/p/cumhurbaşkaniliğina-adalet-bakanliğina-tbmm-insan-haklari-komisyonu-bm-insan-haklari-komisyonu-infazda-eşitlik-istiyoruz-herkes-için-eşit-adalet?recruiter=1067466824
NAVENDA NÛÇEYAN