Nûnerên Kongreya Emerîkayê jî hem tenê hiştina Kurdan rexne dikin, hem jî dixwazin DYE beramberî Rûsya, Îran û Tirkiyeyê bêmecal xuya neke. Li gorî wan biryar ji bo ewlekariya DYE´yê jî rîskeke mezin e.

Piştî bihevrepeyvîna bi telefonê ya serokê DYE´yê Trump û serokkomarê dewleta Tirk Erdoganî, Trump beriya bi sê rojan bi peyamên twitterê pêşî peyamên ku destûrê bidin dagirkeriya dewleta Tirk li Rojava dan, piştre jî hin peyamên bi van re nakok dîtira rojê dan. Lê ya li ser rûyê erdê qewimî ew bû ku ew mekanîzmaya ewlekariyê ya bi navbeynkariya Koalîsyona Navneteweyî pêk hatî betal bû. Pentagonê diyar kir ku ezmanê li ser Rojava li Tirkiyeyê bi temamî hatiye girtin; li aliyê din jî hin baregehên artêşa Emerîkayê yên nêzî sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de hatin valakirin. Vê rewşê li Emerîkayê rê li ber nerazîbûneke giştî ya xelkê, medyayê û siyasetê bi xwe re anî. Nerazîbûna giştî jî yekem car pirr eşkere nav li êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan kir: Dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike.   

Pêşnûmeya betalkirina biryara Trump

Senatorên ji partiya Trump bi xwe serkêşiya vê mixalefeta li dijî serokê xwe dikin.

Yek ji van jî Lindsey Graham e. Pêr wê eşkere got, heger Tirkiye êrişî Kurdan bike, ew ê ji Kongreyê bixwaze ku Tirkiye NATO´yê bê derxistin û mueyîdeyên giran jî li ser bên ferzkirin. Wî pişta daxuyaniya Trump jî li ser twitterê nivîsîbû, çi ji destê wî bê ew ê ji bo rawestandina biryara Trump a vekişîna hêzan ji Sûrî bike. Graham di van daxuyanî û twîtên xwe de nexasim derxist pêş ku ew ê van hemûyan bi pêşniyazên bipartîzan ango beşdariya herdu partiyên di senatoyê de bikin. Weke nav jî, wî navê senatorê Partiya Demokrat Chris Van Hollen hilda. Di vê twitta xwe de wî got, “Heger ev plan (wiha) dewam bike, (ez) ê pêşnûma biryarekê bidim senatoyê; ew ê li dijî vê biryarê be û wê bixwaze biryar bê betalkirin. Ez li bendê me ku wê herdu partî jî bi xurtî destekê bidinê.”

DYE ne bêmecal e

Senator Partiya Demokrat Chris Van Hollen ji Marylandê jî di twîtekê de got, ew pişta Graham digire: “Ez bi Lindsey Graham re kar dikim da ku misoger bikim ku Tirkiye bizane, Kongre wê dev ji hevgirên xwe yên sereke di şerê li dijî DAIŞ´ê de bernede, û hema wisa ji xwe re nesekine, gava ku siyaseta DYE´yê beramberî Rûsya, Îran û Tirkiyeyê bêmecal bimîne.”

Şaşîtiyeke mezin e

Kevne sefîra DYE´yê ya li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley jî li ser Twitterê got, “Em divê timî pişta hevgirên xwe bigirin heger em dixwazin ku ew jî pişta me bigirin. Di şerê me yê serketî yê li dijî DAIŞ´ê de li Sûrî Kurd heyatî bûn. Heger em bihêlin ew bên kuştin, ev ê şaşîtiyeke mezin be.”

Endama Mala Nûneran a Kongreyê Liz Cheney (R-WY) jî bi daxuyaniyekê biryara Trump weke “Şaşîtiyeke felaketwarî ya ku destketiyên me yên li dijî DAIŞ´ê bixe rîskê û bibe tehlûke ji ewlekariya neteweyî ya Emerîkayê re.”

Endamekî din ê Mala Nûneran a Kongreyê, Ted Deutch (D-FL) bi peyamekê bi heman rengî biryara Trump rexne kir û got, “Xema Erdogan tenê berjewendiyên Tirkan in. Çima Serokê Emerîka ji ya xwe tê xwar? Çima ew tehlûkeyên demdirêj li dijî ewlekariya DYE´yê fêm nake?”

 
 

Dersa ji bo Îsraîlê

   

Naftali Bennett wezîrê karê Diasporayê bû di hikûmeta beriya niha ya Îsraîlî de û serokê Partiya Mala Cihû bû jî. Ew hîna siyasetvanekî çalak e li Îsraîlê. Li ser biryara rêveberiya serokê Emerîkayê Trump a vekişîna eskeran ji Rojavayê Kurdistanê peyameke balkêş û ecêb li ser twitterê weşand. Wî got, “Ha niha, em ji bo gelê Kurd dua dikin ku ji bo êrişên Tirk ên hovana neçin ser wan. Dersa ji bo Îsraîlê pirr besît e.  Îsraîl wê TIMÎ xwe biparêze. Dewleta Cihû wê ti carî çarenûsa xwe nexe destê hinekên din, û di nava van hinekên din de dostê me yê mezin DYE jî heye.”

Endamê parlemana Îsraîlê Knesetê Yair Lapid jî daxuyaniyek da û got, “Berpirsiyariyeke exlaqî ya dinyayê heye beramberî Kurdan, lewma wan pêşengiya şerê li dijî DAIŞ´ê kir û bi xwîna xwe berdêl dan.”