Li gorî rapora Habîtat a Bernameya Cîwarbûna Mirovan a NY’yê ji sedî 20’ê şêniyê herî dewlemend in.
Di lêkolînê de hat destnîşankirin ku welatê ku herî zêde nehevsengiya dahatê lê heye Guatemala ye û Venezuela jî di warê wekheviyê de welatê yekemîn e.
Li gorî raporê ji dehan heştê şêniyê li bajaran dijî û Amerîkaya Latîn  di warê bajarvaniyê de  xwedî rêjeya herî bilind e.
Ji bernameya Habîtat a NY’yê Erik Vittrup dibêje; “Niha pirsgirêka herî girîng ew e ku ka dê newekheviya li bajaran çawa were çareserkirin.”
Di raporê de hat ragihandin ku newekheviya li Amerîkaya Latîn pir berfireh û mezin e û bal kişand ku rêyeke mezin a ciwan û jinan li derveyê qeydan dixebitin. Di raporê de hat diyarkirin ku di navbera salên 1990-2009 de li welatên Kolombiya, Paragûay, Kosta Rîka, Ekvador, Bolîvya, Komara Dominikê, Arjentîn  û Guatemalayê rêjeya newekheviyê zêde bûye. 

BUENOS AIRES