Li Amedê li gorî dîaya dozger, xwendekar A.K. sirûda ”Çerxa Şoreşê” daye guhdarîkirin û K.K. xwestiye li sirûdê neyê guhdarîkirin; li gorî heman îdîaya dozgeriyê, A.K. li ser vê yekê K.K. derb kiriye. Heyeta dadgehê ev îdîayên dozgerî qebûl kirin û 6 meh û 20 roj cezayê hepsê li A.K. birrî. Dadgehê ev ceza heta bi 5 salan taloq kir. Dadger wekî din ji A.K. xwest ”Sirûda Îstîklalê” ku sirûda neteweyî ya dewleta Tirk e û helbesta ”Şehîdên Çanakkaleyê” bi destê xwe binivîsîne û bigihîne destê wan.
Li Wargeha Xwendekarên Keç a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xwendekar A.K. di 21’ê Çileyê 2017’an de di telefona xwe de sirûda ”Çerxa Şoreşê” vekir. Xwendekar K.K., A.K. hişyar kir û xwest sirûdê bi telefona xwe lênexe. Axir A.K.yê bi îdaya K.K. derb kiriye, kete ber dozê. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 9´an pêk hat.
A.K. a bi îdaya ”Birîndarkirina sivik” hat mahkemekirin, parastina xwe kir. A.K. got bi boneya xwe bi parêze kulmek li K.K.´yê xistiye û doza beraeta xwe kir.
Cezayekî çêkirî jî danê
Dadger ji sûcê ”birîndarkirina sivik” 8 meh cezayê hepsê li A.K. birrî. Dadger demildest ceza daxist 6 meh û 20 rojan û biryara ku piştre hikum bê eşkerekirin da. Dadger di çarçoveya xala 231/8 a CMK’ê de jî 5 sal biryara tedbîrê danî ser cezakirinê. Divê heta 5 salan heman ”sûc” neyê kirin û di kêliya bê kirin de dê ceza bê erêkirin.
Dadger di hinceta biryarê de xwest di meha pêşî ya dema kontrolê de bi nivîsa destan û bi awayekî bê xwendin ”Sirûda Îstîklalê” ya Mehmet Akîf Ersoy û helbesta ”Şehîdên Çanakkaleyê” binivîsîne û bigîhîne dadgehê.
Cihê heyrê ye û sosirmet e ka dadgerek çawa li cezayekî bi vî rengî bifikire. Lê ji bo KUrdan bi rastî jî ceza ye ku van marşan bibihîse û cezayekî giran e ku wan binivîse.
AMED