“Em Fermandariya Eyaleta Serhedê û Fermandariya Herêmên Parastinê yên Medyayê pîroz dikin. Li girê Lêlîkan ê li herêma Bradostê, her roj derb li leşkerên Tirk tên xistin. Îradeya leşkerên li vê derê hatiye şikandin ku şer nema ji wan tê.” Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, gerîlayên HPG û YJA-STARê ku li Bakur û Başûrê Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk xistin, pîroz kir. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi minasebeta çalakiyên gerilayên HPG û YJA-STARê yên rojên dawî li dijî dagirkeriya Tirk pêk hatin, peyameke nivîskî weşand. KCK’ê îşaret bi îrade û şerê gerîla kir û got: “Artêşa Tirk çi dike bila bike, kîjan teknîkê bi kar tîne bila bi kar bîne, nikare li ber gerîlayên me yên fedayî bisekine.” Bi sedan leşkerên faşîst hatin kuştin KCK’ê da zanîn ku di wan çalakiyan de bi sedan leşkerên faşîst kuştine û bi vî rengî dewam kir:”Gerîlayên me yên azadiyê ku fedayiyên Rêber Apo û gelê me ne, bi biharê re li dijî leşkerên faşîst gelek çalakiyên bi taktîkên dewlemend kirin û di encamê de bi sedan leşkerê faşîst kuştin. Vê hefteya dawî li Agiriyê, li Lêlîkan, Evdilkovî û tepê Xwedê yên li Bradostê, zêdeyî 70 leşkerên mêtinger, qirker hatin kuştin û bersiveke tund ji dagirkeriya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê re hate dayin. Dijmin poşman dibe ku herêma Bradostê dagir kiriye. Van çalakiyan nîşan dan ku gerîla bi taktîkên dewlemend ên çalakiyan bersivê ddin êrîşên artêşa Tirk. Ji ber ku gerîla di hêza lêdanê de şareza bûne, di van çalakiyên mezin de windahiyan nadin.” Îradeya leşkerên li vê derê hatiye şikandin Her wiha KCK’ê diyar kir hema hema her roj derb li leşkerên Tirk tên xistin û wiha pê de çû:”Em Fermandariya Eyaleta Serhedê û Fermandariya Herêmên Parastinê yên Medyayê pîroz dikin, ji ber ku bi taktîkên dewlemend bêyî dayina windahiyan ev çalakî kirine. Li girê Lêlîkan ê li herêma Bradostê, her roj derb li leşkerên Tirk tên xistin. Îradeya leşkerên li vê derê hatiye şikandin ku şer nema ji wan tê. Wê rojekê hesab bidin gelan Li Lêlîkan û Xakurkê, leşkerên bi saxî ji çalakiyan difilitin, yekser ji wir tên derxistin û yên nû li şûna wan tên bicihkirin. Ev yek jî nîşan dide bê dijmin ketiye nava çi rewşê. Piştî çalakiyên li Lêlîkan û Xakurkê careke din hatiye dîtin ku hêza artêşa Tirk nemaye ku ji erdê ve şer bike. Çi dike bila bike, kîjan teknîkê bi kar tîne bila bi kar bîne, artêşa Tirk nikare li hemberî gerîlayên me yên fedayî bi ser bikeve. Faşîzma AKP-MHP’ê hemû derfetên xwe ji bo şer seferber kiriye, bi zorê leşkeran dixe nava qada şer û bi vî rengî hewl dide li ser desthilatdariyê bimîne. Lê belê bi berxwedana gerîla û gelê me wê dawî li vê êrîşkariya faşîst bê anîn. Faşîzma AKP-MHP’ê ji ber ku leşkeran ber bi mirinê ve dibe, teqez wê rojekê hesab bide gelên Tirkiyeyê û mirovahiyê. Gerîlayan ev tengav kirine Em hemû fermandar û şervanên Xakurkê ku herêmên dagirkirî li leşkerên faşîst, qirker tengav kirine, bi navê gelê xwe careke din pîroz dikin û hêvîdar in wê di çalakiyên xwe de her tim serketî bin. Êrîşkariya faşîzma AKP-MHP’ê ku salên dawî li gel û gerîla dike, wê bi berxwedana gelê me û çalakiyên gerîla teqez bê şikandin. Ne tenê Kurd û gelên Tirkiyeyê, her wiha hemû gelên Rojhilata Navîn wê ji vê hêza faşîst a ku dijminê demokrasiyê ye rizgar bibin.” ANF/BEHDÎNAN