Li taxên navenda Reqayê 46 sivîlên din hatin rizgarkirin. Erebeyeke çeteyan a bombebarkirî jî hat rûxandin. Şer li taxên navenda bajarê Reqayê bênavber dewam dike. Li taxên Nehda, Berîd, Hurriye, Taxa Kurdan û li derdora nexweşxaneya Wetenî, di navbera şervanên QSD´ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer dijwar e. Şervan li van taxan bi pêş ve diçin û derbên giran li çeteyan dixin.

Çeteyên ku di taxên navbirî de tengav bûne, hewl didin bi êrîşan dorpêçê bişkînin, lê êrîşên wan ji aliyê şervanan ve tên pûçkirin. Di vê çarçoveyê de, li taxa Nehda çeteyan hewl da bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî şervanan bikin. Lê beriya ku wesayît bigihîje armanca xwe ji aliyê şervanan ve hate îmhakirin. Li aliyekî din jî çeteyên DAIŞ’ê hejmarek sivîl di nava taxên bajêr de dîl girtin û wan weke mertalên zindî bi kar tînin. Sivîlên ku hewl didin derkevin, ji aliyê çeteyan ve têne astengkirin. 

Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD’ê jî bi operasyonên taybet sivîlên di destên çeteyan de rizgar dikin. Di vê çarçoveyê de, doh jî li taxa Nehda 46 sivîlên din ji aliyê tîmên taybet ên QSD`ê ve hatin rizgarkirin.  n REQA