Pêrîxan Yildiz a Dengbêj, dengbêjiyê wê ji xisletên jina Kurd bi nav dike û dibêje, ew rêyeke ji bo jina Kurd ji bo îfadekirina êş, azar, xweşî û şahiyên xwe. Li gorî wî her jineke Kurd, her dayikeke Kurd dengbêjek e.

DENÎZ ÎKE / ANF/ÊLIH

Dengbêj Perîxan Yildiz diyar kir ku dengbêjî taybetî û xweseriya jina Kurd e û destnîşan kir ku zimanê jinê zimanê dengbêjiyê ye.

Dengbêjên jin di nava civakê de zêde ne xuya ne, lê dîsa jî di nava çanda dengbêjiyê de bi roleke mezin radibin. Li hin deverên jin nabe bipetyive jî jinên dengbêj bi huner û awaza xwe vîna xwe îfade dikin û dengê xwe bi riya dengbêjiyê didin bihîstin. Yek ji van jinên dengbêj jî Perîxan Yildiz a 33 salî ye. Perîxan Yildiz bi kilam û awaza xwe û dengê xwe, ruh tîne bi êş, azar, şahî, xweşî, evîn û hesreta herêma Botanê. Yildiz, bi kilamanên xwe hewl dide ku çanda devkî ya herêmê vediguhêze nifşên nû.

Ji 7 salî ve dengbêjî

Perîxana dengbêj sala 1986’an li Gundikê Melê yê ser bi Şirnexê hatiye dinê û tevahiya zarokatiya wê li gund derbas bûye. Perîxan dibêje, hîna ew di temenê 7 salî de bû kilamên dengbêjiyê digot û wiha axivî, “Di zarokatiyê de bavê min ez hînî dengbêjiyê kirim, bavê min gelek ji dengbêjiyê hez dikir û her demê guhdarî Salihê Şirnexî û Cemalê Mihê dikir. Kilamên dengbêjan li min dida ji ber kirin û digot, were ji bo min klamên dengbêjiyê bibêje. Kilamên ku min di 7 saliya xwe de ji ber kirine, niha jî dibêjim. Ez ji dengbêjiyê gelek hez dikim, dema ku dengbêjiyê dikim, diherikim newalên kûr yên Botanê. Dengbêjên navdar ên weke Meryem Xan, Eyşe Şan, Salihê Şirnexî, Cemalê Mihê, Şakiro û Karapetê Xaço jî gelek bandor li min kirine.”

Arşîva rabihuriya Kurdan e

Perîxan Yildiz, dengbêjî weke qîrîna azadiyê bilêv dike û tîne ziman ku gelê Kurd çand û dîroka xwe bi pirranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kirine, li van awazan weke li çîrokan, hatiye guhdarîkirin. Perîxana dengbêj destnîşan dike ku di heman demê de ew awaz dîroka Kurdan a ne nivîskî jî dihewîne û wiha pê de diçe: “Dengbêjî neynika çanda Kurdî ye, dema ez kilam û stranên dengbêjiyê dibêjim gelekî bi hestiyar dibin. Her gel bi çanda xwe heye. Bi çanda xwe dikare, xwe îfade bike, mirov nikare li gelekî bifikire ku çanda wî nebe. Gelê Kurd çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan. Dengbêjî lêgerîna jiyanê û neqişandina jiyaneke nû ye. Dengbêjî ji bo Kurdan weki arşivekî hunerî ya bi salan e li ser vê axê heye.”

Xweseriya jina Kurd e

Dengêbêja ciwan, Perîxan Yildiz herî dawî destnîşan dike ku jinên Kurd bi awaz û kilamên xwe dengbêjî bi pêş xistiye û got: “Dengbêjî xislet û xweseriya jina Kurd e. Lê ev taybetî û xweserî ji ber bîr û baweriyên civakê li jinê hatiye qedexekirin. Rê li pêşiya vî hunerî û vê afirîneriya jinê hatiye girtin. Bi Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd re hemû riyên girtî ji bo jinê hatin vekirin. Dema mirov li zimanên jinan dinêre dibîne ku bi şêweyê dengbêjiyê bi pêş dikeve. Niha ew taqeta ez dengbêjiyê bikim bi min re heye û ez hewl didim ku vê çandê zindî bikim. Ji dîrokê heta niha dengbêjî bi keda jinan pêş ketiye. Jinan her demê êş, çîrok, destan û evînî bi riya awaz ango bi dengbêjiyê îfade kirine. Her jineke Kurd û her dayikeke Kurd, esas dengbêjek e. Dema dayikek dergûşa xwe dihejîne ji bo zaroka wê zû rakeve dest bi kilaman dike. Hema bibêje, hemû zarokên Kurdan li ber kilamên dengbêjiyê mezin bûne.”