Komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve li Kurdistanê tên kirin, li bajarên Elmanya Bonn û Wûppetalê û li bajarê Swîsre Bernê bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

Ji bo bal bê kişandin ser komkujiyên li Cizîr, Sûr, Hezex, Nisêbîn û Geverê, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Elmanya Bonnê kon hat vedan. Çalakî di 17’ê Sibatê de ji aliyê PYD-Bonn û Kurdische Gemeinde Bonn (Civata Kurd Bonn) ve hat lidarxistin. Di çalakiyê de wehşeta dewleta faşîst a AKP li Kurdistanê dike, bi wêne û belavkirina belavokan tê vegotin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Bernê dijîn, ji bo Sûrê daketin qadan. Di çalakiyê de lenet li dewleta Tirk hat anîn û bang li her kesî hat kirin, ku ji bo Sûrê dakevin qadan. Kurdistanî û dostên wan ên li ber stasyona trenê ya navendî ya Bernê li hev civiyan, komkujiyên dewleta Tirk dike, şermezar kirin. Girseya gel wêneyên ji komkujiya li Cizîrê hilgirt û dirûşmên “Terorîst Tirkiye”, “Kujer TC ji Kurdistanê bicehime” û “Em berxwedana li Kurdistanê silav dikin” qîriya.

Li bajarê Elmanya Wûpperatlê jî, êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê yên li hemberî gelê Kurd tên kirin, bi çalakiyeke girseyî hatin şermezarkirin. Çalakî bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Wûppertalê hat lidarxistin û saet di 18:00 de li ber Cîty-Arkadenê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Çalakger piştî meşê careke din li Cîty Arkadenê vegeriyan. Di axaftinên li vir de bang li raya giştî ya cîhanê hat kirin, ku li pêşberî komkujiyên ji aliyê AKP û dewleta Tirk ve tên kirin, bêdeng nemîne.


Li balafirgeha Frankfûrtê çalaki

Bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Bakurê Kurdistanê, yek ji mezintirîn balafirgehên Ewropayê balafirgeha bajarê Elmanya Frankfûrtê hat dagirkirin.

Çalakî bi pêşengiya YJK-E herêma başûr hat lidarxistin û ji Frankfûrt, Gîessen, Darmstadt, Hanaû, Offenbach û Bensheîmê bi qasî 100 Kurdistanî tevlî bûn.

Çalakiyê saet di 19:00 de destpê kir. Jinan bi qasî saetekê çalakiya rûniştinê pêk anîn û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Ji bo li Sûrê komkujiyek rû nede, jinan bang li raya giştî ya Ewropayê kirin, ku derhal bikeve nava tevgerê.


Li Swêdê AKP protesto kirin

“Komîteya 8’ê Adarê” ku her sal bi wesîleya 8’ê adarê li 100 cihên Swêdê panel, konferans, şev û xwepêşandanan birêxistin dike, çalakiyên xwe yên vê salê, bi xwepêşandanek ji bo şermezarkirina dewleta Tirk da destpêkirin. Xwepêşandan li ser banga “Komîteya 8’ê Adarê” ya ji 50 rêxistinên jinan pêk tê, li Meydana Sergel a Stockholmê hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên jinan di axaftinên xwe yên li vir de diyar kirin, ji êrîş û komkujiyên dewleta Tirk li Bakur bi taybetî li Cizîrê dike, herî zêde jin û zarok zerarê dibînin. Qisekeran bang li Yekîtiya Ewropayê û Hikûmeta Swêdê kirin, ku ji bo sekinandina êrîş û komkujiyên dewleta Tirk, bikevin nava hewldanan.

Li bajarê Swêd Gevel jî, komek ji Komîteya Ciwanan a Meclîsa Civaka Demokratîka Kurd, ji bo raya giştî li ser komkujiyên dewleta Tirk li Cizîrê kiriye agahdar bike, li navenda bajêr belavok belav kir. 


 NAVENDA NÛÇEYAN