Piştî KJB,YJRK û DOKH’ê, Tevgera Jinan a Kurd a Ewropayê (TJKE) jî daxuyaniyek da û diyar kir ku gel ‘dawî li nêzîkatiyên dij-demokratîk neyên’ dê tevli konferansa jinan a Kurd ya Hewlêrê nebin.
TJKE’yê daxuyaniyek da û bertek nîşanî pêkanînên ‘antî demokratîk’ yên beriya konferansa jinan a Hewlerê da. TJKE’yê destnîşan kir beriya ku bangî delegeyên wan bikin derbarê naveroka konferansê de biryar girtine û hejmara delegeyan kêm kirine. TJKE’yê wiha got: “PDK û YNK’ê li gorî însiyatîfa xw elîseyek amadekirine. Nêrîna me jî negirtine."
Di berdweamiya daxuyaniya TJKE’yê de wiha hate gotin: “Kurdistan bi salane di bin zextan de ne. Bi salane ji ber polîtîkayên serdestan bûye navenda şer. Erdnîgariya me ya ku hatiye parçekirin di bin zilm û zextan de hebûna xwe parastiye. Kurdan dem bi dem çiya ji xwe re kirine stargeh û nasname û hebûna xwe parastine. Di vê têkoşînê de jinên Kurd jî rola sereke lîstine û li ber xwe dane. Jinên Kurd nasname, têkoşîna çand - hebûn- tunebûnê esas girtiye. Ji ber vê pêşentiya serhildanên Kurd kirine û rolek cidî lîstine. Jinên Kurd neketine cudahiya parçeyan. Ji bo êş û berjewendiyên gelê Kurd bûne yek. Ji bo siyaseta Kurd têkoşîn dane."
Derfetên dîrokî hene
Di daxuyaniyê de pêvajoya nazik ya Kurd tê re derbas dibin jî hate bibîr xistin û hate xwestin ku derfetên dîrokî yên heyî ji ber hesabên biçûk ji dest neyên berdan. Têkildarî mijarê daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Jinên Kurd beyê ku serî bitewî ne di her mijarê de xwe bihêz kirine. Jinên Kurd ku êdî bûne kirdeya siyasetê li her cihên ku dimînin ji bo Yekitiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê têdikokşe. Xwedî berpiryarek mezine. Jİnên Kurd êdî bûye xwedî fê derfetê. Ji ber vê jî divê em vê derfeta dîrokî vala dernexînin. Em hatine surgunkirin, koçberkirin. Em jinên Kurd yên ku ji ser axa xwe hatine durxistin. Em di encama êş û elemên mezin de derkevin van riyan. Lê em dîsa jî girêdayê koka xw bûn. Me têkoşîn meşand. Di sala 2007’an de jijb o Konferansa Jinan a Netewî bang hate kirin. Komisyona jinan KNK’ê jî di sala 2007’an de ev girt rojeva xwe û konferans pêk anî û em jî wekî TJKE tevli bûn.
'Hewldan ji bo konferanseke xurt bûn'
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ji bo 2'emîn konferansa jinê bihêz derbas bibe gelek xabat kirine û ev xebat jî wiha hatin rêz kirin. "Her wiha dîsa jinên hatibûn surgunkirin yên Kurd eleqeyek mezin nîşanên Konferansa Jinan a Kurd da. Di encama vê konferansê de biryar hatin girtin û ev biyar hêviyek mezin dabûn me. Jinên Kurd ji bo ku 2’emîn Konferansa Jinan a Kur ya Netewî li Hewlêrê lidar bike li Ewropayê hatibûn cem hev. Ji bo pêkhatina konferansê me rêgezên hevpar derxist holê. Yek bi yek bi partiyên siyasî , rêxistinên sivîl ên civakî, nivîskar, femînîst û kesan re hevdîtin hate kirin."
'Nêzîkatiyên şaş derketin holê'
Tevgera Jinan a Kurd a Ewropayê (TJKE) ragihand ku tevî çerçove hatibû diyarkirin û kar hatibû dabeşkirin jî hêzên başûrê Kurdistanê her tişt li gor xwe sererast kirine û nêzîkatiyên dij demokratîk nîşan dane. Sedema vekişîna gelek hêzan a ji konferansê jî wiha hate nîşandan: ""Lê delegeyên me yên ku di komîtaya amadekar a Konferansa Netewî de cih digirin bangî wan nehatiye kirin û di civÎnên ku hatine lidarxistin de derbarê naveroka konferansê de biryar hatine girtin, hejmar adeleyên me kêm kirine. Li gel ku komîteya Dîaspora hatiye hilbijartin jî KDP-YNK’ê li gorî xwe lîsete amade kirine û dîrok û rojeva konferansê ji aliyê çend kesan ve hatiye dkiyar kirin. Ji ber van nêzîkatiyên dij-demokratîk em neçar in ku ji konferansê vekêşin. Ji ber van sedemên me li jor rêz kirine, di rewşa ku ev nêzîkatî neguherin em dê tevli konferansê nebin."
ANF/BRUKSEL