Bi rastî jî yên ku rojev a Kurd û Kurdistan dişopînin, pir baş zanin ku navê vî pêşveçûyînê ne “netewbûna Kurdan” e. Ji ber ku, netewbûn, heke em li ser çar parçên Kurdistan bifikirin, mirov dikare qala netewbûna Kurdan bike, lê di her çar parçê Kurdistan de jî peşvêçûyîna herî xurt, ne netewbûna Kurdan, birastî jî tenewbûna Kurdistaniyan e. Heke tu ji aliyê mêjiyê ve lê binêrî, ev her du tişt, wek av û agir ji hev cudatir in. Tevgerên siyasî ya Kurd û tevgerên din a Rojhilata Navîn jî, taybet însan dikare li ser vê bingehê ji hev veqetîne.
Ruhiyeta tevgera Kurd, wek tevgerên ku li ser axên xwe serbixwe tevdigerin, li ser civaknasiya dinya, Rojhilata Navîn û civaknasiya Kurdistan xwe ava kiriye. Civaknasiya Kurdistan jî, ji her hûrnêrînê wêdetir, nîşan dide ku, Kurdistan ji her welatê bêtir axeke dewlemend, wareke bireng, çandeke pirdeng, olên herî qedîm, netewên herî qedîm, çandên herî qedîm jî di nav de, erdnîgariyeke yêgane ye li ser dinya yê. Ji ber wê jî, gava ku li Kurdistan, li ser netewbûnê qonferansek an jî civînek were çêkirin, piranî li ser dewlemendiya reng û çandên Kurdistan radiwestin çêdibe. Herî dawî, di civîna amadekariya qonferansa netewiyê de jî, ji devê her endamê ve wek awayekî binîxêzkirî hate gotin ku; “Gava ku em qala Kurdistan bikin, ew tê wê wateyê ku, em qala hemû netew, hemû ol û hemû çandên ku li Kurdistan dijîn, dikin...”
Cudatiya şoreşa Kurdistan jî, cudatiya avakirina netewe ya Kurdistan jî ewe ku, xebatên ku li ser vê axê têne kirin, tekoşînê ku li himberê dagirkeran tên meşandin, ne tenê ji bo mafa Kurdan, di heman demê de ji bo hemû gel û miletên cuda cuda, ya bindest a ku li ser axa Kurdistan dijîn e.
***
Ev çand, ev nêrîn û ev birdozî, birastî jî heta niha li ser dinyayê ceribandineke nû ye. Rast e, li kaxizên Yekitiya Awrûpa, li pirtûkên şareşa Sovyetan bigirin heya belgeyên ku xebatên Yekitiya Latînan da bicîh bûne de nivîs û guftûgoyên bi vî rengî li gelek deran derbas dibe, lê wek birdoziyek ku bibe armanca şoreşekî û bi vî halî şoreşa xwe birêxistin kiribe, di encamê de jî li ser vî mebestê xebatên xwe bidomîne, di dîroka mirovahiyê de ceribandineke bêhempa ye.
“Civaka bêdewlet” ya ku di nivîs, axaftin û pirtûkên Abdullah Ocalan de wek bi awayekî afirandî tê ziman û bi awayekî hesas li ser tê rawestin jî, sedema vê yekê ye. Birastî jî, îro kî ji Rojhilata Navîn binêre, belayê ku niha ew gelan tev da dikşînin, hemû bi sedema perestîşkirina dewletbûna modern bixwe ye. Êşên Kurdan, êşên gelên din a Rojhilata Navîn, ew ruhiyeta hovane ku li Rojihilata Navîn bicih bûye, ew şer, ew êrişkerî, hemû bi sedema perestîşkirin a dewleta modern nin e jî çiye? Ji ber ku, di serî da her rêxistin a mixalefetên Sûrî, her tevger u Rojhilata Navîn, her çiqasî gotina wan li ser navê ol û baweriyan be jî, di rastiyê de armanc li ser dewletbûna desthilatdariyê ye.
Di nav van hovitiyan de, di nava şerê piralî de, dengê Kurdan zêde dernayê, lê heke hinekî ji hev guhdarîkirin pêşbikeve, wê demê hemû gelên Rojhilata Navîn jî dê bibihîzin ku ka li Kurdistan çi çareserî tên nîqaskirin û çi nêrîn tên pêşniyarkirin.
Netewbûneke cuda
Li Tirkiye yê, di navbera van rojên dawî de, taybet û zêdetir rojev li ser “netewbûna Kurdan” dizîvire. Hin kesên rojnameger, zanyar û aqilmendên Tirk, netewbûna Kurdan wek mafeke xwezayî binav dikin, lê hin kesên ku ji nêzî hikumatê disekinin jî, ev yek wek bûyereke xetere dihesibînin û vî hêstên xwe jî wek bi awayekî aşkere tînin ziman.