Dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan xwe li her derî nîşan dide. Dewleta Tirk û komên wê yên çete av ji ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birrîn, hem jî di vê demê de ku av ji bo xweparastina ji vegirtina şewba vîrusa koronayê heyatî ye.
Neteweyên Zekbûyî bi rêya Fona xwe ya Alîkariya bi Zarokan re (UNICEF) da zanîn ku dewleta Tirk li Serêkaniyê ya wê dagir kiriye, bi rojane nahêle ku av ji stasyona avê biherike Hesekê.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li stasyona avê ya Elokê ku nêzî Serêkaniyê ye, destûr nayê dayîn ku av biherike herêmên di kontrola hêzên QSD’ê de. Tê gotin, astengkirina avê yekser ji aliyê Enqereyê ve tê kirin.
Nûnerê Sûriyeyê yê UNICEF’ê Franz Equiza got, qutkirina avê di serî de ji bo jin û zarok, rîskeke mezin e li ser gelê herêmê. Equiza got, ev rewş ne ya qebûlkirinê ye û wiha dewam kir: “Çavkaniyên avê divê ji bo destketiyên siyasî û leşkerî neyên bikaranîn.”
Stasyona avê ya Elokê ya ku dewleta Tirk dike amûreke polîtîkaya xwe ya li dijî mirovahiyê, avê digihîne bajarê Hesekê, kampa El Holê ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê ne û gelek deverên din ên sivîlan. Pêwîstiya 460 hezar mirovî ya bi avê ji vê stasyonê tê dabînkirin.