Netsuke û kusiyê zîvî
Netsuke fîgurên piçûk ên bi peykersaziyê hatine çêkirin yên Japonî nexasim jî di sedsalên 18 û 19´an de gelekî belav bûbûn. Ew ji bo ku kîsikan karibin bi cilûbergên gelêrî yên Japonî ên bi navê Kîmono ve bikin dihatin bikaranîn. Ew bi pirranî ji dar, diranê fîlan, qiloçê gakoviyan û hwd dihatin çêkirin. Destpêka wan jî diçe heta bi sedsala 17´an jî diçe, di wê serdema ku bajarvanî li Japonayayê her diçû xurt dibû, ev huner jî peyde bû. Benekî ku bi wan ve dihat kirin, li aliyê din bi kîsik ve di hat kirin û bi vî rengî di bin kembera Kîmono ve dihat derbaskirin. Giraniya kîsik Netsuke dikişand û li kemberê disekinand. Ev mînaka hanê ya ji sedsala 19´an jî mînakeke hunerê Netsuke ya ji zîv e û kusiyekî piçûk nîşan dide. Ji ber ku doh Roja Cihanî ya Kusiyan bû, me minasib dît, hunerê Netsuke bi vê nimûneyê bi xwînerên xwe bidin nasîn.
TOKYO