Silêmanê wekî Ebû Hecî navdar 90 salî ye. Li Helebê û heta li Rojava yek ji mirovên destpêkê ye ku Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kiriye. Keça wî Dayika Fatma berî hefteyekê di 11'ê Mijdarê de li gundê Sorkê yê navçeya Raco ya Efrînê, dema li dijî dagirkeriya leşkerên Tirk nobet digirt, bi fîşekên leşkerên Tirk birîndar bû. Bi birîndarî ew rakirin nexweşxaneyê. Bi qasî hefteyekê li nexweşxaneyê ma û hewl da bijî. Lê tevî hemû hewldanan jî nekarî bê rizgarkirin û şehîd bû.

Dayika Fatma keça çaran a Ebû Hecî ye ku şehîd dibe. Beriya Dayika Fatma, keçên wî Fîdan, Canda û Rûmet şehîd bûn.

Fîdan sala 1992'an li Çiyayê Nûrheqê yê eyaleta Başûrrojava şehîd bû. Rûmet jî sala 1998'an li Metîna Şehîd bû. Keça din a Ebû Hecî Canda jî li Hecî Umranê şehîd bû.

Dev ji Şêx Meqsûdê berneda

Dayika Fatma mîna xwişkên xwe derneketibû serê çiyê. Zewicî bû, bûbû xwedî mal û zarok. Lê belê dema ku mirin hêsan bûbû, deriyên zindanên rejîmê heta dawiyê li Kurdan vekirî bûn, bêyî Dayika Fatma ti çalakî nedihat lidarxistin. Gelek caran hate girtin û bi rojan di lêpirsînê de ma. Lê ti carî ji ser şopa xwişkên xwe, xwe neda alî.

Sala 2012'an, piştî ku Şoreşa Rojava pêk hat, carinan çeteyan, carinan jî rejîmê êrîşî Şêx Meqsûd kir. Hingê dest ji Heleb û Şêx Meqsûdê berneda. Bi mehan li Şêx Meqsûdê di nava dorpêçê de ma. Carinan jî bi destê wan nediket. Bê elektrîk, bê av ma. Hevser û zarokên xwe şandin gund. Lê belê ew bi tena serê xwe li Helebê, li Şêx Meqsûdê ma. Li vê derê bersiv da pêdiviyên YPG û YPJ'yiyan. Karê Meclîsê û jinan meşand.

Malabatên wisa hene li Kurdistanê

Dema Heleb û Efrîn dorpêçkirî bûn, me nanê dayika Fatma dixwar, çaya wê vedixwar. Em bi wê re çûn gelek cihan. Wê carinan dida pêşiya min û rêberiya min dikir. Gelek rîsk dida pêş çavên xwe.

Piştî şehadeta wê, em bi bavê wê Ebû Hecî re axivîn: "Xwezî çend keç û kurên min mîna wê hebûna û ew jî bibûna bûk û zavayên Kurdistanê û çiyayên me. Dibe ku êdî zarokên min nînin, lê neviyên min hene. Neviyên min wê bikevin şûna wan û her tim nîşanî min bidin ku em di nava vê dozê de ne. Bi sedan malbatên mîna min, mîna me hene li Kurdistanê. Rêyeke bi tenê li pêşiya me ye; xebat, têkoşîn û bi ser xistina şoreşa me."

Kendal ê Dayika Fatma

Ya rastî, min dixwest hinekî moralê bidim Ebû Hecî. Lê wî moral dida min. Bawer dikim her kesê ku ji bo sersaxiyê diçûn cem wî, bi heman hest û moralê radibûn.

Ez piştre bi kurê biçûk ê Dayika Fatma, Kendal re axivîm. Kendal li cem min mezin bû. Niha jî nûçegihan, rojnamevanekî baş e. Kendal hê nû ciwan bû, li Helebê sala 2012'an li Eşrefiyeyê birîndar bû. Piştî demeke kurt baş bû û karê xwe dewam kir. Û sal bihurand û mezin bû. Bi êşa dayika xwe, hinekî din jî mezin bûye. Ji ber ku bi gotinên mirovên leheng û wêrek diaxivî. Kendal dibêje, "Hevalê Seyît, beriya bêm vê derê ez çûm şehîdgehê. Li şûna te, min destegulek danî ser gora dayika xwe. Ji ber ku ez dizanim, eger tu li vir bûya, te yê jî ev bikira. Ji ber ku timî qala rojên dorpêçê dikir û qala te dikir."

Bav û kurên li pey pakrewanekê

Min careke din hêza xwediyên berxwedana Kurdistanê dît. Min careke din bawer kir ku xwediyên vê dozê wê bi ser kevin. Ez dizanim ku yên bawer nekin, wê lenet li wan be. Mîna demên bihurî. Ez dizanim ku yên ji bo biserneketina vê dozê ketin nava hewldanan, aqûbeta wan nebaş bû.

Bavê wê dibêje, "Xwezî hê bêhtir kur û keçên min hebûna, min di oxira vê dozê de bikira diyarî". Kurê wê jî bi qasî kalê xwe xurt e, berxwedêr e. Tevî ku emrê wî hê gelekî ciwan e. Lewma ev doza azadiyê wê bi ser keve. Ji ber ku di nav de can, xwîn, ked, rondik, hesret û bawerî heye.


SEYÎT EVRAN / ANHA