Dr. Oskar Blau di xebata xwe ya ji sala 1858’an bi sernavê “Eşîrên li Bakûrê Kurdistanê” de dinivîse ku Kurd xwediyê kevneşopîke dewlemend a kilam û destanên bi mijarên şer, evînî û civakî nin. Ew li herêma Diyadînê guhdariya du dengbêjên bi navên Çetoyê Heyderî û Emer Axayê Hesen dike û kilameke  wan wek nimûne bi wergera almanî jî diweşîne.

Hin di salên 1830’an de F. Dubois De Montpereux ê ku ji bo lêkolînan diçe Kafkasya başûr, berhevdaneke mûzîk û kilamên gelên wê herêmê dike. De Montpereux bi xwe pisporekî muzîkê yê fransizî ye. Piştî ku ew li bajarê Qulpê ya li qûntarê çiyayê Agirî guhdariya kilamên Kurdî jî dike, van tespîtên xwe dinivîse:“Ya rastî di mûzîkên Faris, Tirk û Gurciyan da ahenga hewcedar tune ye. Stranbêj ji nişkêva ji qewarekê (pîv) banzdide yeka din, ji ber vê û ji ber naxmeyên bi nalîn dengê tabiî bêrîtim dibe. Lê kilameka Farisî ya bi melodiyek giran û cidî ku bi awazeke bengî hat pêşkêş kirin, zêdetir bi me xweş hat. Ji aliyê karakterê xwe da ferqa kilamên Tirkî jî ji yên Farisan nîne. Yê Gurciyan jî wisa ne, jixwe wek diyar e, ew jî bi piranî teqlîtê cîranên xwe dikin. Lê belê dema ku kilamên Kurdî û ên Kafkasî hatin stiran, me xwe di asteka din da hîs kir. Ezê wê bandora ku kilamên Kurdî di dilê min da peyda kirin heta dawiya emrê xwe ticar jibîr nekim. Di kilamên Kurdî de serdestiya rîtim û ahengê hebû, pêre jî awazê wan hinekî cidî û bi bengî bû. Ya rastî min qet bawer nekiribû ku ji dilê Kurdekî ev tonên (deng) wiha derkevin. Melodiyên Kafkasî, bi piranî jî ên Lezgiyan jî ji aliyê sadebûn û ahengên xwe da dişibînin ên Kurdî.” 

Dema Moritz Wagner ê Alman di sala 1844’an de demekê li derdorên Araratê lêkolîn dikir, wî bi alîkariya serokê dibistana herêmî a Rewanê Xacatur Abowian û rahîbê Ermenî Gaspar Ter-Gewandjan hin kilamên Kurdî berhev kiriye, hinek ji wan wergerandiya Almanî û di pirtûka xwe a bi sernavê “Rêwîtiya min a li Îran û welatê Kurdan” da weşandiye. Wagner tespîtên xwe ên di vê derbarê da jî bi kurtasî weha tîne ziman: “Kevneşopiya dengbêjiyê di welatên şerqê da tenê li ba vî gelê ku li Şengal, çiyayên Kardukan û li Kafkasyayê di destan da çek û sîleh azadiya xwe diparêzin de hîn heye. Kevneşopiya destanên epîk li cem civatên wek Tirk, Ermenî, Gurcî û ên din ji zûde ye ku di avzêma rewşa wan a siyasî de windabûye. Li ba gelên Kazak û Ûkranyayê ên ku hatin bindest kirin jî ti eserek ji qabiliyeta wan a afirandina destanan nemaye. Di wergerên destanên epîk ên Kurdên Êzdî de wek a li ser serkeftina Êzdiyan bi rêberiya Keşîş Polo li Radowanê û ya li ser serfiraziya Suleyman Axa di tekoşîna li dijî Celaliyan li Araratê da hestên rehmdarî, hesret, xemgînî û şayîşkişandinê bi hevra tên ziman.”


Dengên tîk, volûmên xurt

Rêwî û nivîskarên roavayî W.F.A. Zimmermann, August Haxthausen, F. Martin Bodenstedt, C.W. Wutzer û çendên din jî di sedsala 19’an da derbarê dengbêj û kilamên Kurdî de ramanên gelek nêzikî yên Montpereux û Wagner nivîsandine. Ew destnîşan dikin ku dengên hunermendên Kurd perwerdekirî nin, dengên tîk û bi volûmên xurt zêdetir tên hezkirin û dengbêj kilam û destanên epîk ên dîrokî, mêrxasî û evînî distirên ku bingeha wan a muzîkal û rîtmîk bi mirovan xweş hatiye.

Di salên 1840’an de li bajarê Romayê li Îtalya her sal Festîvala Zimanan dihat sazkirin. Di van festîvalan de ji alîkî konferansên li ser zimanên cuda dihatin lidarxistin û ji aliyê din da jî hunermendên ku ji gelek welatan hatibûn dawet kirin bi zimanên xwe muzîk û kilam pêşkêş dikirin. Di festîvala sala 1849’an da ji Serhedê ji bajarê Mûşê jî dengbêjek wek temsîlkarê ziman û muzîka Kurdî beşdar bûye. Prof. Dr. Adolf Hilfereich ê ku bernama vî dengbêjî guhdarî kiriye di pirtûka xwe ya bi sernavê “Nameyên ji Îtalyayê” da intibayên xwe yên wê demê weha radigihîne: “... Min çepikên xwe ên herî xurt ji bo dengbêjê Kurd ê ji Mûşê, Battista Zakkariyan lêxist; Dema wî dest bi stirana xwe kir, te digot sêhrbazekî ez ji nav wê civata giregiran ê di salona ronak de bi carekê hildam û birim kolaneke bêdeng a gundekî welatê min Schwab û li wir ciwanên ku deng û kilamên wan di leşgergehan de xerabnebûyî stranên ji berhevoka ‘Knaben Wunderhorn’ bi awakî paqij disêwirandin. Ev kilama Kurdî ya tekûz jî weke ên wan sade û gelek bitesîr bû. Girêdana di dawiya her bendî de jî cuda bû: La la la, lê lê lê, lo lo lo.

De bila niha yek dîsa rabe û bi min re niqaş bike, ka gelo Kurdî Îndogermanî ye an ji koma zimanên Samî ye! Ez gotinan fahm nekim jî eşkere dibe ku ew zimanekî Îndogermanî ye.”


Xiristiyanên li Kurdistanê bi Kurdî distrên

Wek em dibînin navê vî dengbêjî bi Ermenîkî ye. Lê eşkere ye, gelek stranbêjên ku bi Kurdî distirên ên navdar wek Karapêtê Xaço, Dawidê Xelo û Aram Tigran henin ku ew bi eslê xwe Ermenî nin. Jixwe Kurdolog û mîsyonerê Fransizî Thomas Bois ê ji Gulana 1900’an pê ve bi qasî 20 salan di nav Kurd û Xiristiyanên li Sûriyeyê de mabû, dibêje ku Xiristiyanên li Kurdistanê stranên xwe ên olî bi zimanên xwe, lê ên evînî û dilînî jî bi Kurdî distirên. Vê ramanê nivîskarê Ermenî Arsen Yarman jî di pirtûka xwe ya bi navê Palu-Harup de piştrast dike. Her wisa divê bê gotin ku Ermeniyan ji berêv de kilamên Kurdî berhev kirine û gelek ji wan jî bi zimanê xwe stirane. Di nîvê pêşîn ê sedsala 19’an de Xaçatur Abowian û ê duyem de jî Komitas, kîjan wek bavê muzîka klasîk a Ermenî tê hesibandin, gelek kilam û miqamên Kurdî berhev kirine. 


‘Newal û çiya jî pêre distiran’

Di destpêka sedsala 20’an de Sarkuni Haykuni ji Ermeniyên derdora Gola Wanê, yên ku bi Kurdî kilam digotin, 28 destanên epîk ên bi zimanê Kurdî berhev kiriye û ew wek pirtûk li Moskowayê weşandiye. Notayên 13 destanên di vê pirtûke de jî ji aliyê Komitas hatine amade kirin. Komitas li Almanyayê li ser muzîka Kurdî xebata xwe ya doktorayê amade kiriye, wî jî wek Abowian Kurdî baş dizanibû û li bal hin Kurdan kilamên Kurdî jî stiraye. Dema rêwitiyekê de Komitas li herêma Araratê rastî dengbêjekî Kurd ê kal tê. Dengbêj berê xwe daye çiyayekî û distirê. “Kalê distira, newal û çiya jî pêra distiran”, dinivîse Komitas. Komitas li wir disekine û heta kilama dengbêj diqede, guhdariya wî dike û piştra silav dide dengbêj û pirsan li wî dike. Dengbêjê kal ji Komitas re dibêje: “Erê, lawikê min, ez Kurd im û bi Kurdî distirêm. Dema Kurdek tenê li hember çiyayekî disekine, ew bi hevdu re bi Kurdî diaxifin û distirên.” 

Dema dengbêj pêdihese ku Komitas jî bi Kurdî distirê, wî bi xwe re dibe gundê xwe. Di rêwitiya xwe ya ber bi gund de herdu jî kilamên Kurdî distirên. Li gund jî hemû niştecih berhev dibin û Komitas heta êvarê ji wan ra bi Kurdî û Ermenî miqaman pêşkêş dike û kilaman distirê.


MEHMET GULTEKÎN / BAZÎD