Li Newala Dîcleyê herî dawî ji ber qirqirina daran Baxçeyên Hewselê hatibû rojevê û palanek din yê rantê ku li ser Newala Dîcleyê derket holê. Ji aliyê Şîrketa Anonîm a Hilberîna Enerjî Ceyaranê ya Eser ve tê plankirin ku bi destura Saziya Rêk û Pêkkirna Piyaseya Enerjiyê 3 HES’an avabike. Dê bi projeyên HES’ê û planên ser newalê ekolajiya herêmê talan bikin. Bi projeyan derfetê nadi jiyandina giyanên herêm û xwezayê dike kurbana rantan. Li ser Çemê Dîcleyê dê bi navber projeyên bi navê “Dîcle 1, Dîcle 2 û Dîclî 3” yê HES’ê bê avakirin û bi regulatoran berê avê biguherinin û bi vê avayê herêmê ji nûve dîzayn bike.
‘Proje xwezayê talan dike’
Nûnerê Şaxa Odeya Binesaziya Amedê Ferît Tutşî diyar kir ku dewlet bi riya hinek saziyan dixwaze xwezaya herêmê talan bike. Tutşî anî ziman ku di xwazin li ser Newala Dîcleyê 3 regulator û 3 projeyên HES avabikin dê Pireya Deh Derî ya dîrokî jî di bin van projeyan de bimîne û wiha got: “Proje qada 60 kîlometreyî digre nava xwe şîrketa Eser ji zagonên nû sûd werdigre û di fikire sê bendavan avabike. Li sansê van Barajan jî ji aliyê Saziya Rêk û Pêkkirna Piyaseya Enerjiyê hatî pesend kirin.” Tutşî diyar kir ku ev projeyên ku ji 60 kîlometreyan pêktê dê enerjiyek kêm bîne û wiha got: “Bivê projeyê 60 kilometreyê dê berê avê 6 caran biguherine dê ax dibin avê de bimîne. dê cureyên giyanan yê newalê dibin avê de bimîne. Ev sê santralên ku tê avakirin enerjiyek gelek kêm dide. Dê salê 5 mîlyon TL ev projeyana projeyên biçuke. Armanca wan gelek cûdaye dixwaze bivê yekê xwezaya Kurdistanê talan bike.”
Tutşî diyar kir ku dê li van qadan erseyan bigrin û bi vê awayê ‘spekulasyona erseyan’ avabikin û wiha got: “Em têdigêhêjin ku dê li ser van erseyan van projeyan avabike. Çemê ku yê gel dixwazin bixin malên xwe ji bo vê yekê jî vê zagonê bikartîne û vê xebatê didomîne.”
Tutşî diyar kir ku regulatorên ku lisansa wî hati girtin yek jî 400 metre nêzî Pireya Deh Derî ye û wiha got: “ Di nava 50 salide ger av li ser here an jî derê bendavê bê vekirn dê Pireya Deh Derî dibin avê de bimîne. Divê berê ku ev bê avakirin raya gel bê standin.” Tutşî diyar kir ku ji bo çêkirina bendavan rojên hejmartî meye û wiha got: “Çêkirina bendavan tu sûdek nade xwezaye Kurdistanê bi pereya vîna gel nedîtî dibîne. Ferasetek ku çav berdayî xwezaye gel re em rû bi rûne. Dixwazin Newala Dîcleyê bixin kurbana projeyên bajar. Bi HES’an mudaxaleyê xwezaya Kurdistanê dikin.” Tutşî diyar kir ku dê cûreyên masiyan û yên cukan li herêmê bi tunebûnêre rû bi rû bimîne. Tutşî diyar kir ku wek ferdek siziyên sivîl ên civakê dê li hemberî van projeyan bisekinê.
Tutşî anî ziman ku çavê Enqereyê li ser axa gele û dixwazin axa gel bi dest bixe.
İSMAİL ESKİN/DÎHA/AMED