“Her diyarde û bûyereke ku civak ava dike, dîrokê diafirîne, her dîrokek jî jiyanek afirandibe, di nava hevsengiyeke dem û cih de, dibe pîvaneke mayînde.”
Belê efsane û destanên ber agirdanên dapîr û bapîrên me li cih, dem û bi karêkterên xwe yên cuda ne xeyal û utopya ne, lê berhemên mirov û rastiyên civakî ne û veguherînên dîrokî vedibêjin ku ev hezaran sal in bi bandor in, lê hin ji wan ji aliyê zordar û desthilatdaran ve hatine berovajîkirin û dagîrkirin. Lê ti bûyer bi qasî Newrozê nekariye rastiya xwe weke xwe bînê heya îro, kiras û wataya rasteqîne lê bike.
Çiqasî rejîma Baas salên 70-80’an de qaşo tenê cejna bihar an jî cejna dayîk (ku tû rêzeke wan ji bo dayîk nîne weke hebûna civakî), Îran bi dizîna rastiya dîroka ya Cejna Newroz û bêwate kirin, dewleta Tirk ya dagîrker bi qedexe û tepisandin lê nekarîn agir, coş û naveroka Newrozê ji rastiya wê dûr bixin. Berovajî tevgera azadî ne tenê ji bo gelê Kurd lê bi bedelên giran li zinadan û li ser çiyayan, li metropol û xerîbiyê rastiya bi heybet û rihê berxwdan û îsyanê li hember dagirker û nokeran derxist holê û dîrokeke nû nivîsand.
Salên borî bi pirozbahiyên serokdewletên hin welatên cihanê xwestin Newroz qaşo bixen bin kontrola dewletên Rojhilata Navîn û Asyayê, lê ev jî bi ser neket û Newroz êdî ji bo gelê Kûrdistanê û Mezopotamya bû beşêk ji rûh û xeta modernîteya demoratîk a gelan.
Çiqasî bi rêya hin “dîroknas” û “ nivîskaran’, an bi motîva olî, an bi motîva etnîkî, an jî bi motîv kûrsiyên desthilatdar bixwezin Newrozê ji rastiya civakê û rihê berxwedanê dûr bixin lê nikarin. Dema zilm û zordarê li ser civakê hebe wê demê Agirê Newrozê geştir dibe. Êdî Newroz dîroka xwe ya ne tenê kewnar lê dîrokeke xwe ya hemdem heye û ev dîrok jî ne dîroka desthiladar û sûltan û hevkarên wan e, lê dîroka ku bi agir, bedel, îsyan û coş tê pîroz kirin çiqasî dagirkerî kûr be ew qasî jî agirê Newrozê gûrr dibe.
Hin dibêjin dema Newroz tê pîroz kirin gelê Asûrî xemgîn dibin lê ew jî gav bi gav û bi taybet jî bi rûhê nû ya Newroza Gelan û Şoreşa Rojava û xwedîderketin li nirxên civakê, dizanin ku ev desthiladara têkçûyî ne dîroka wan e, dîroka zalm û zordaran e. Bi vî rengî Newroz ne cejna wan kesane ku li ser kursiyê desthilatdariyê ne kî dibin bila bin.
Cejna Newrozê ku bi Mazlûm Dogan-Kawayê Hemdem digihijê wataya xweya rasteqîn, ne tenê weke sembol, lê weke rastiyeke civakê ku ji bo azadî îsyan dike êdî bûye nasname û çandek. Coşa Newrozê kû Zekiye Alkan, Rehşan û Bêrîvan bi agirê bendên xwe gûrr kirin îro li rihê jinên Kûrdistanê û bi taybet jî jinên Şengalê de zalim û zordaran dişewtîne.
Lewma yên heq dikin li dora agir bicivin yên ji vê rihê fam dikin, ji vê rûhê rêzdigirin, qebûl dikin û yên li azadî digerîn. Agirê Newrozê îro ne tenê Dehakê demê Erdogan dişewtîne, wê noker û hevkarên wan jî bişewtîne. Yên qaşo digotin piştî Sûr û Nisêbînê PKK nikarê 100 kesan kom bike ne rastiya Newrozê, ne rihê Mazlûm Dogan, ne îsyan û berxwedna fermandar Çiyager û ne jî berxwedana Rêber Ocalan û berhemên afirandiye fam nekin, an jî naxwazin fam biken.
Yên şerm naken û qala Newrozê dikin, destê dagirkerên Kûrdistanê digirin û tînin ser axa Kûrdistanê bi taybet jî tînin ser Şengalê lê gelê Kûrdistanê li hemû beşên Kûrdistanê û li derveyî welêt bersiva rast ya vê nokeriyê û hevkariyê wê daye û wê bide.
Yên heqkirine vê Newrozê pîroz bikin gelê me ya Şengalê ne ku li hember dagîrkeran û hevkarên wan li berxwe didin, hêzên ku li hemberî hêza herî hov ya dîrokê DAIŞ’ê di çeperên azadiyê de ne, dayîkên şehîdanin ku ne tenê zarokên xwe fedakirin lê ji ber ku bi xwe jî hem bedel dan û hem di rêza pêşîn ya berxwedanê de bûn, zindanên siyasî ku ji bilî bedena xwe tiştek destî wan de nîne ku feda biken û bi girava birçîbûnê helwêstên xwe nîşan diden li hember zaliman, ji bo wê Newroz di serî de li Rêber Ocalan, gelê me yê Şenglê û hemû gelê Kûrdistanê bi taybet jî jinan pîroz be.
Îro jinên Kûrdistanê bi rihê Nazê Naîf wê rê nedin Dehakên nû li ser axa me û li ser civakê me serdest bibin. Bi coş weke agirê Newrozê, zelal weke rihê Nazê Cejna Newrozê li herkesêke li pey azadiye, ji bo azadî bedel daye û dide pîroz be.