Di Newroz a 2017’an de ku di mercên herî giran ê faşîzma tund de pêk hat, gelê Kurd plana çewisandin û têkbirinê ya ku du salin tê meşandin têk bir. Li bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê bi milyonan mirov li qadên Newrozê ji tevahiya cîhanê re qêriyan ku kes nikare bi Kurdan çokan bide şikandin. Careke din hete nîşandan ku gelê Newrozê, ruhê Newrozê têk naçe.
Cizîr a di berxwedena xwerêveberiyê de hate rûxandin û şewitandin, di Newroz a 2017’an de mîna di dîroka bi rûmet a Cizîrê de dîsa hêza xwe nîşan da. Bajarê serhildanên Kurdistanê Cizîr, careke din rabû ser piyan û îradeya jiyana azad a Kurd raxist ber çavan. Nîşan daye ku gelekî hêjaye dildarên azadî û demokrasiyê li pêşberî wê bi rêzdarî bejna xwe bitewînin. Em jî di kesayeta gelê Cizîrê de li pêşberî îradeya gele Kurd a jiyana azad bejna xwe ditewînin.
Newroz a 2017’an piştrast kir ku di Cizîrê û berxwedanên xwerêveberiyê de her topa avêtin bajarên Kurdan, bûn bombeyên ku mêtîngeriya tevkujer bi wan dawiya xwe tîne. Mêtingeriya tevkujer bi zilma di sala 2016’an de kir dawiya xwe anî. Ji xwe berxwedanên xwerêveberiyê jî bi armanca bêbandorkirina mêtîngeriya li Kurdistanê û avakirina rêveberiya xweser pêk hatin. Her çiqas hebûna mêtîngeriya tevkujer a leşkerî bidome jî bandora wê ya siyasî ji holê rabûye. Berxwedana ku ev du salin Tevgera Azadiyê û gelê Kurd dimeşîne serkeftî ye. Vê yekê nîşanî me da ku xwerêveberî wê teqez saz bibe û xweserî were avakirin. Bi vî aliyê xwe slogana Newroz a 2017’an a “Teqez emê biser bikevin“ ji niha de bûye rastiyek.
Berxwedana gelê Kurd û ruhê têknaçe, bûyina gelê Newrozê ne di encama serhildaneke ji nişka ve pêk hat; bi têkoşîna 45 salan re Kurdan her roj xwe ji nû ve afirandin, bi hêz bûn û gihiştin asta bûyina gelê Newrozê. Ne berxwedana nifşekî tenê, rastiya gelekî ku bi berxwedana çend nifşan re hate afirandin heye. Bi tank û topan têkbirina gelekî wisa ne mimkûn e. Li Cizîrê tax hatin rûxandin û şewitandin lê belê îradeya azad a Cizîrê ne hate şikandin. Newroza 2017’an raxiste ber çavan ka bi têkoşîna 45 salan re gelê Kurd bûye xwedî karakter û feraseteke çawa.
Newroza 2017’an dost, dijmin rastiya Kurd nîşanî her kesî kir. Derkete holê ku dewleta Tirk bi armanceke ku tu caran wê neçe serî re xwe dixapîne. Îradeya Kurdan nayê şikandin, Kurd nayên çewisandin.
Mîna Çillerê gotinên Suleyman Soylu yên, “An wê biqede, an wê biqede“ di rastiyê de ketina navê şerekî ku wê wan biqedîne. Di rastiyê de Suleyman Soylu mîna ku bi aşên bayê re şer bike li dij rûhê Newrozê û gelê Newrozê şer dike. Dibe ku çend bajar werin wêran kirin, bi hezaran Kurd werin qetil kirin, lê belê rûhê newrozê nayê kuştin; gelê Newrozê têk naçe. Newroz a 2017’an ev yek piştrast kir.
Di sala 2016’an de mêtîngeriya tevkujer mîna salên 1930’i digot “Kurdistana Muxeyel li vir veşartî ye“. Newroz a 2017’an di rastiyê de nîşan da ku mêtîngeriya tevkujyer di nava xeyalekê de dijî. Gelê Newrozê xeyalên mêtîngeriya tevkujer têk birine. Tu hêz a mêtînger wê nikaribe li dij gelê Newrozê serkeftinên erzan bidest bixe.
Newroza 2017’an bû Newroza herî dîrokî ya dîroka Kurdistanê. Newroz a 2017’an bû Newroza ku encamên wê yên siyasî herî mezin in. Mîna Newrozên salên 1990’î ku şoreşa vejînê pêk hat wê encamên girîng ên vê Newrozê jî wê hebin. Rêberê Gelê Kurd gotibû, “Vejîn qediya, dor a rizgariyê ye.“ Newroz a 2017’an a bi slogana “teqez emê biser bikevin“ bû destpêka pêkanîna rizgariyê. Newroz a 2017’an ku plana têkbirinê têk bir, mizgîniya ku rizgarî nêzîk e dide.
Newroz a 2017’an ne tenê li bakûrê Kurdistanê, li Rojava, Ewrûpa, Başûr û Rojhilat jî bi coşeke mezin heta pîroz kirin. Hate îlan kirin ku êrişên mêtîngeriya tevkujer ne tenê li bakûrê Kurdistanê, li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat jî polîtîkayên AKP’ê têk çûn wê têk biçin. Desilatrakiya AKP-MHP’ê digot ezê êrîşî vir, wir bikim. Gelê Kurd jî di Newrozên li çar parçeyan got, “dema hûn werin hûnê bibînin.“ Newroz a 2017’an per û baskên mêtîngeriya tevkujer şikandin. Bi vê Newrozê re êdî hêza desilatdariya AKP-MHP’ê ya êrîşkirina vir, wir ne maye. Beranberî rûhê Newrozê û Gelê Newrozê têk çûye, rûxiya ye.
Silav ji bo gelê di Newroz a 2017’an de rabû ser piyan!
Silav ji bo Cizîr, Gewer, Amed û Wanê û gelê Newrozê yê li her derê rabû ser piyan!