Newroza sala 2014an hem azadî ye, hem azadî ye.
Stêrika şeş niçîkî ya Mecusiyan, di rengê keskesor de, weke ala “Zindana Amedê” die zmanê Kurdistanê de dibalive. Tîrêjek ji ronahiya Stêrika Mecusiyan “cengaweriya zindan”ê ye, tirêjek ji ronahiya Stêrika Mecusiyan, pengava 15 Tebaxê ye, yek Zapê ye, yek jî bedena zarokên kur din. Ev tîrêjên bi bedena cengawerên kurd, dîrokê germ dikin, îro li tevahiya cogrfaya Kurdistanê bûne agirê Newrozê. Ev hêza dîrokî, aliyekî xwe erd e, aliyekî xwe ezmanî ye û çavkaniya wê jî, Çiyayên Zagrosê ye. Ev navê Promethaus û Kawayê Hesinker e. Îro ev nav vegiheriye Qendîlê û bûye şahdamarê azadiyê. Bûye rûpelên dîroka serdama me, bûye rêça ber bi jiyana nû ya sedsalê.
Êdî felsefeya dîrokê, di doh û pêr de nemaye; di îro, sibe û dusibe de bi can û gewde bûye. Hêzên ku dîroka cîhanê dagir kirine; hêzên ku hişmendiya mirovahiyê zincîr û lele kirine; hêzên ku keda mirov di tara bêjingê de dîl girtine; ha ha bi diyalektîka civakan dilîzin, ha ha bi sosyolojiya gelan dilîzin. Geh cografya tarûmar dikin, geh bedena mirovan parçe dikin.
Di encama şerê çil salî de, gelê kurd di dadgeha dîrokê de, talangerên ku xwe wek cîhanşimul binav dikin dadgeh dikin. Di Newroza 2014an de, “hişmendî û hewngiriya dîrokê” ji qulûqewêrên tarî, ji xeşîm û navîsên veşartî derdikeve. Li dijî gotina Nietsche, “ne mirovên serdest”, gelên rêxistinkirî, dînamîzma keloktîf, di wateya “felsefeya dîrokî” de serdest dibin. Dîrok ne kes e, komên xelkê ye!...
Agirê Newroza 2014an, “diktatorya olîgarşîk” dişewitîne. Ev germahî “îdea” cîhanî, “îdea” gelerî, ya gelan misoger dike. Ev nasnameya dîroka cîhanê ye. Biqasî destpêka şaristaniya qedîm ya Mezopotamya xwedî bandor e, biqasî têkoşîn û berxwedana Promethaus û Kawa bi bandor e; biqasî berxwedana “Şeva Çaran”, biqasî cengaweriya destanî ya Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek, Ferhat Kurtay, Mahmûd Zengîn, Eşref Anyik, Necmî Oner û Akîf Yilmaz xwedî wateyek dîrokî ye. Li dijî dagirkeriya Roma, li dijî dagirkeriya Osmanî, li dijî nazîzma Tirk, li dijî nazîzma Ereb û Fersan, rizgariya gelan e, berteref-kirina gunehkariyê ye. Ew bextreşî û bexiliya êrîşên mizgeftan li Rojava jî têk çûn. Gunehkariya selefkarî, gunehkariya bextreşî û telaqreşî nema dikare kirasê “stao” li xwe bike û kiryarên xwe wek, xet-zêrîn û exlaqî nîşan bide.
Hêzên ku ser rûwê erdê kirine dojeh, behişta cîhana aliyê din jî dagir kirine.
Gelên ku weke zarokên di şikeftên tarî û reş de dîl hatibûn girtin, bi pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd, di nava serîldanan de ne û dergehên şikeftan şikandine. Ev jî encama şerê çil salî û felsefeya “gelê demokratîk” e. Gelên ku ji şikeftên reş û tarî derketine, weke “zarokên rojê” li kolan û meydanan e. Dagirkeran, kujer û talangeran, di holka dîrokê de, di dadgehên mirovahiyê de di darizînin. Gel êdî, bendeyî dadgeha îlahî (eskaton) namînin.
Newroza 2o14an Dadgeha Cîhanî ye; dewlet netewên wek “Xweda”, desthilatdarên wek “Xweda” derketin holê, wê di agirê Newrozê de bişewitin. Ev navê yekîtiya gelan e û li dijî dagirkerî û otorîteya olîgarşîk, rizgarî ye. Humanîzm e, demokrasî ye, exlak û ademiyet e. Ronahiya Stêrika Mecusiyan li çar aliyên Kurdistanê bela bûye. Ev, navê ji nû de nivîsandina dîroka gerdûnî ye; ji nû de nivîsandina Peymana Mafên Gelan a Gerdûnî ye; ji nû de erê kirina hiquqê gerdûnî û xwezahî ye; ji nû de bidestxistina nasnameya mirovahiyê ye.
Dînamîzma gelan, enerjî û hêza qozmîk a gelan, hişmendiya şaristaniya qedîm, bi hêza felsefeya dîrokî, di agirê Newroza 2014an de xwe nîşan dide. Vê felsefa ronahiya sedsala bîstûyekê ye. Birêz Abdullah Ocalan jî, di Newroza 2014an de, mîna J. J. Rosseu, mîna Vico, bi hêza zanistî, bi retorîka huner û estetîka helbestî, bi ronahiya şaristaniya deh hezar salan, bû çavkaniya gelê demokratîk, bû rêzanê Destura Bingehîn a Demokratîk, bû xwedanê nexşeya rizgariya gelan, bû giyanê berxwedanê, bû îdea nû ya cîhanê. Êdî ne xwedawend, hişmendî û hewngîriya ademî cîhanşimûlê jiyan û dîrokê ye. Ev giyanê kolektîf yê mirovahiyê ye. Gelê Kurd jî, xwedî îddîa ye ku biqasî gelên din, giyanekî ademî daye jiyan û cîhanê; ev jî azadî ye, demokrasî ye. Di azadiyê de, wekhevî û pêşxistina jiyana bi rûmet e.
Agirê Newroza 2014an, bûye azadî_ Azadî navê xwe-bûn e, nasnameya hebûn û xwe dîtinê ye, destnîşan kirina îradî ye!. Newroza 2014an, rizgarbûna ji qîr û teşqeleyên peymana Sîcus Pîcus e; parçekirina dîroka şerê yekemîn û yê duyemîn yê cîhanê ye. Vegera li dmejiyana dîrok û kulturê ye; vegera li exlaqê insanî ye; nasîna şaristaniyên qedîm, demjiyanên kulturî û afirgeriya ademî ye.
Newroz azadî ye hebûna îradî ye
Çil sal in, kurd dîrokê dinivîsin. Kurd ne tenê karê vaqanivîsî dikin. Diyalektîka dîrokê bi ya dem re, bi sosyolojiya civaka kurd re, bi destîniya gelên herêmê re dguherin. Li dijî şovmenî û şabaş-xaniya dewşirmeyan dîroknivîsa kurd, felsefîk e, demokratîk e. Bi disiplîneke matematîkî û zanistî gav bi gav ber bi azadiyê diçe.