Cemîl Bayik qala girîngî, wate û helwêsta Newrozê kir û got, “Ev cejna gelan e, ya gelên bindest e. Newroz li dijî zilm, bêedaletiyê ye. Newroz li dijî koletiyê ye, berxwedana ji bo azadiyê ye, serhildan e, hevkarî ye. Wateya cejnê ev e.”

Meha Adarê meha serhildanê ye. Pîrozbahiyên 8’ê Adarê pêk hatin. Di heman demê de meha şînê û komkujiyan e. 12’ê Adarê komkujiya Qamişlo, 16’ê Adara 1976’an li Bazîdê ciwanên çepgir ên zanîngehê hatine qetilkirin, 1988’an komkujiya herî mezin a Helebceyê hene. Weke diyalektîk berxwedan û komkujî bi hev re hene. Meha Newrozê ye. Di vê mehê de bingehê PKKê hatiye danîn.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV de Newroza 2020’an û polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ên li Kurdistanê nirxand.

Bayik weha dibêje, “Di Adarê de evqasî qetlîam hebin, ev tişt encama siyaseta li ser Kurdan û hêzên demokrasiyê ye. Heta ku li Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd û demokrasiyê hebe û ev pirsgirêk neyên çareserkirin, ev qetlîam wê bidomin. Divê her kes vî tiştî bibîne. Heke naxwazin ku ev qetlîam bibin, divê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokrasiyê têkoşîn were xurtkirin. Bi vê pêşî li komkujiyan tê girtin. Bi vê wesîleyê hemû şehîdên di van qetlîaman de bi hurmet bi bîr tînim. Ew şehîdên demokrasî û azadiyê ne, şehîdên gelan in. Ne bi tenê şehîdên rêxistinekê yan jî yê gelekî ne. Ew şehîdên mirovayetiyê ne. Di meha Adarê de him serhildanên mezin hene û him jî şehadetên mezin tê de hene. Di Adarê de gelek rojên girîng hene. Yek ji van rojan jî 8’ê Adarê ye. Belkî 8’ê Adarê derbas bû, lê 8’ê Adarê ne bi tenê rojek e. PKK wê wekî rojekê bi tenê nabîne. Hemû rojên salê wekî 8’ê Adarê dibîne. Bi vê wesîleyê ez roja jinan li hemû jinên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û dinyayê pîroz dikim.

Newroz PKK bi xwe ye

Meha Adarê ji bo partiya me û gelê me jî gelekî girîng e. Kurd Cejna Newrozê pîroz dikin lê ev cejn ne bi tenê ya Kurdan e. Ev cejna gelan e, ya gelên bindest e. Newroz li dijî zilm, bêedaletiyê ye. Newroz li dijî koletiyê ye, berxwedana ji bo azadiyê ye, serhildan e, hevkarî ye. Wateya cejnê ev e. Şoreş û hêzên demokrasiyê hemû bi ruhê Newrozê li dijî faşîzm û desthilatdariyê têdikoşin. Bi yekîtiya gelan, bi tifaqan çêdibe. PKK jî di rojeke Newrozê de çêbû. Li ser ruhê Newrozê ava bû. Ruhê Newrozê bû ruhê PKK’ê. Di ruhê Newrozê de berxwedan, serhildan, yekîtî esas e. Mirov li dîroka PKK’ê binihêre, dîroka PKK’ê li ser vî esasî xurt bûye. PKK’ê rojên Newrozê ji bo xwe wekî Kongreyeke Neteweyî dîtiye. Gelê Kurd di wê kongreyê de hestên xwe, daxwazên xwe, armancên xwe tîne ziman. Tiştên ku di Newrozan de dibin armanc, wê salê dibin armanca têkoşînê. Him ji bo gelê Kurd û him jî ji bo PKK’ê wisa ye. Daxwazên gel ên di Newrozê de ji xwe re dike esas û li ser wî esasî têdikoşe. Newroz him ji bo gelê me û him jî ji bo gelên bindest, destpêka salê ye. Di destpêka salê de mirov, civak û xweza xwe nû dike. Kêmasî û şaşîtiyên xwe ji holê radike, xwe paqij dike da ku di wê salê de karibe bigihêje hedef û armancên xwe. Ji bo me jî û ji bo gelê me jî Newroz tê wateya vî tiştî. Heta niha jî li ser vî esasî tevgera me û gelê dimeşe. Di Newrozê de gelek serhildan û berxwedan hene. Van serhildanan di civaka Kurdan de guhertinên mezin çêkirine. Civakeke nû kesayetiyeke nû ava kirine. Di van serhildanan de gelek şoreş pêk hatin. Şoreşên neteweyî, çandî, civakî, demokratîk û jinê pêk hatine. Şoreş di nav şoreşê de pêk hatiye. Vî tiştî di civakê de guhertineke esas çêkiriye. Ji ber vê jî Rêper Apo got, “Civaka Newrozê. Gelê Kurd gelê Newrozê û gelê serhildanê ye.” Têkiliya wê bi dîrokê re çêkir. Di dîrokê de çawa ku li hemberî Dehaq tifaq çêbûn, îro jî divê li hemberî Dehaqên nû tifaqên demokrasiyê were çêkirin. Divê tifaqa gelan çêbibe da ku Dehaqên niha jî têk biçin. Ev tişt li pêş me û li pêş hemû gelan e. Bi tifaqa gelan em dikarin Dehaqên nû wekî Dehaqê di dîrokê de têk bibin. Di vî warî de gelek hevalên me qehremanî kirin û şehadet çêbûn. Di şexsê şehîdên Newrozê de, hemû şehîdên me bi hurmet bi bîr tînim. Yek ji şehîdê me yê mezin heval Mazlûm Dogan e û yek jî hevalê Egîd (Mahsûn Korkmaz) e. Ev her du kesayet jî kesayetên mezin in. Di van kesayetan de rûhê Newrozê, ruhê PKK’ê û ruhê Rêber Apo heye. Ev ruhê azadî û demokrasiyê ye. Ji ber vê jî ev kesayetên mezin in.

Li xwe xwedî derkevin

Eger em naxwazin dewlet me ji holê rakin, lazime em li xwe xwedî derkevin. Rêber Apo ji ber wê got ‘Xwebûn’ yanî li xwe xwedîderketin, li her tiştê xwe xwedîderketin. Siyaseta dagirker ku da pêşiya me qebûl nekin, li dijî wê siyasetê rawestin. Ev wezîfeya her însanekî Kurd e. Eger wer bisekinin, wer xwe bi rêxistin bikin, wer têkoşînê bikin dewleta Tirkiyeyê nikare civaka Kurd ji holê rake. Wê demê wê mecbûrî civaka Kurd bibin, wê bêjin werin em pirsgirêkan çareser bikin… Li ser van esasan careke din ez cejna Newrozê li gelê me, li însaniyetê pîroz dikim. Ji bo her kesî serketinê dixwazim.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN