
Lêkolîner û dersdarê zanîngehê siyasetzan Dr. Cengîz Guneş di biwara efsaneya Kawayê Hesinkar û dewra wê di avakirina nasnameya neteweyî de ji rojnameya me re peyivî. Guneş bi bîr xist ku her milet xwedî efsaneyeke damezrîner e ku pê koka xwe disipêriyê û got: "ev efsaneya damezrîner ji bo avakirina nasnameyan pêwîst in, û bi pirranî ji aliyê rewşenbîrên neteweparêz ve tên afirandin da ku ya civakeke homojen ava bikin û ev efsane weke destpêka dîroka netewe tên qebûlkirin. Bi saya serê mîta Kawayê Hesinkar Kurdan karî nasnameyeke hevgirtî ya neteweyî ava bikin. Ev girîng e, lewma bi awayekî din ne mumkin bû ku ji bo Kurdên parçebûyî nasnameyeke hevpar a neteweyî were avakirin. Mîta Kawayê Hesinkar serhatiya di dîrokê de hebûna Kurdan e ango destpêka dîroka Kurd e."
Wergeriya mîteke berxwedanê
Dr. Cengîz Guneş bi bîr xist ku ji salên 1950´î ve li Başûrê Kurdistanê jî tê pîrozkirin, lê belê li wir Newroz û efsaneya Kawayê Hesinkar bi tenê weke mîteke koka Kurdan ma û weha dewm kir: "weke li Bakurê Kurdistanê ji bo avakirna mîteke hevdem a berxwedanê nehat aktîfkirin. Bi gelek aliyên xwe diçibin hev, heta Tevgera Rizgariya Kurd mîta Kawayê Hesinkar û Newrozê, salên 1970´yî ji tevgerên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê girt. Lê belê zehmet e mirov sedemekê diyar bike ji bo wê yekê ka ji bo çi bêhtir ev mît nehat aktîfkirin, lewma tevî ku herdu jî tevgerên neteweyî yên Kurd in, em behsa du bunyeyên di şert û mercên cihê de, bi pratîkên cihê yên têkoşînê pêk hatî.
PKK´ê hewl da ji nû ve biafirîne
Guneş dibêje, salên 1970’î gelek rêxistinan behsa Newrozê dikir, lê belê PKK´ê Newroz li navenda dîskursa xwe ya siyasî bi cih kir û ji bo ku têkoşîna wê nûneriya girseyan bike jî bi awayekî çalak bi kar anî û weha dewam kir: "PKK´ê hewl da ku berxwedana Newrozê nûneriya wê dikir ji nû ve biafirîne. PKK´ê Newroy di nava bizava siyasî ya Kurd de weke roja herî girîng ji nû ve afirand. Wê pratîkên berxwedanê jî bi Newrozê re elaqedar kirin; weke mînak berxwedana Mazlum Dogan, bedena xwe dane ber agir a Zekiye Alkan. Wê têkoşîna xwe weke bigewdebûna têkoşîna neteweyî ya Kurd ava kir.
LUQMAN GULDIVÊ