Mezrabotan axa qedim war û dergûşa mirovahiyê. Tu di nav pencên hikumdarên zalim ên wekî Dehaq û Nemrûdan de dinalî. Te li ser axa xwe ya bi bereket çend şaristanî, çand, ol û gel afirandin û xwedî kirin? Tu bû yî spardegirê heqîqeta pêxemberan. Heqîqet bû nasname û rastiya te. Di vê axirê de bê hed û heja sernasên bênav serî hildan, can û berdêl dan, ji bo heqîqeta te biparêzin. Li dijî tarîtiya desthilatdarên şemarok agirê azadiyê pêxistin…

Nînova, keleha zilmê şaristaniya ku bi mêjiyên ciwanan we xwedî dike. Va ye roja nû hat zarokên agir û rojê ber bi keleha te ya zilmê ve dimeşin. Ew ê bîr û axînên hemû lemparên li pêşiya xwe rakin û dê pêxin agirgehên ku di dilan de hatin vemirandin. Ew ê agirê azadiyê gur bikin û bibin çar aliyên welatê xwe. Ew ê ronî bikin tarîtiyan û ew ê birûxînin kelehên zilmê…

 

Newrozê diyarî gelan bikin


Adar meha lehengtiyê ye. Mazlûm û Egît tovên hêviyê şîn kirin li ser sînga te. Qelişî bêdengî û tirsa li dijî zilmê. Va ye dipijiqe ji wê qeliştokê qerîna “EDÎ BES E” li hemû cîhanê tu hêviya xwe her dem bilind bike, lewre hêvî gava ewil a serkeftinê ye. Tu veke paxila xwe ya bi bereket ji zarokên agir û rojê re, ew ê agirê azadî û berxwedanê her geştir bikin û ew ê çejna Nêwrozê diyarî gelan bikin.

Nêwroz agirê jiyanê ye. Mizgîniya roja nû û vejînê ye. Di vê vejînê de wateya agir bûye sembola herî pîroz. Çawa ku mirov nikarin jiyaneke bê agir bifikirin, Newrozeke bê agir jî nayê fikirin. Agir dişewitîne, germ dike, ronî dike û ev hemû parçeyên agirî nû bê agir jiyan nabe. Lewre Kawayê Hesinkar di roja 21’ê Adarê de piştî ku Dehaqê zalim têk bir ji bo serkeftinê pîroz bike agir pêxist. Newroz serhildana gele Kurd û hemû gelên bindest ên li hember zilm û zordariyê ye. Kawayê Hesinkar ê serhildêr bi çakûçê xwe serê keyê zalim firand û nehişt ku ciwan bêne kuştin û bibin koleyên wan ji ber ku ciwan dewama gelan in…


´Ger ferman ê Dehaqan be çiya ji yên me ne´


Efsaneya Kawayê Hesinkarî ku îro wekî mîtolojiya Newrozê tê zanin û bi dilsariya azadiyê bûye yek, beri 2628 salan di roja 21’ê Adarê de qewimiye. Li derekê neheqî, zilm û zordarî hebe, li wê derê li hember wan jî serîhildanek û berxwedanek jî dê her hebe. Zarokên agir û rojê tu carî jiyana bê rûmet nepejirandin û ji mirinê jî netirsiyan.
Li hember jiyana bêrûmet ku ji aliyê serdestan ve dihat ferzkirin, serî hildan û gotin “ger ferman ê Dehaqan be çiya ji yên me ne.” Bi vê dirûşmê çiya kirin war û wargehên berxwedanê. Ala azadiyê ku ji Kawayê Hesinkar dewr girtin anîn heta roja me ya îro.
Mixabin piştî ku komara Tirk hat îlankirin gelê Kurd û hemû nirxên wê tune hatin hesibandin. Cejna Newrozê û di 21’ê Adarê de vexistina agirê Newrozê li Kurdistanê hatibû qedexekirin. Dehaqên hemdem gelên ku bi hezaran salan li ser axa kal û pîrên xwe dijiyan tune hesibandin. Ziman, çand, cejn û dîroka wan wekî amûrên êşkenceyê li hemberî wan bikar anîn. Zilm û zora dehaqên hemdem li ser gelê Kurd qet kêm nedibû û her ku diçû zêdetir dibû. Jiyana bêrûmet û koletî li zarokên agîr û rojê dihat ferzkirin.


Kawayên hemdem

Di sala 1980’yan de derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê çêbû. Bi vê darbeya leşkerî re li Kurdistanê hişmendî û pêkanînên faşîzane li ser gelê Kurd hatin ferzkirin. Di rewşeke wisa de Kawayê hemdem Mazlûm Dogan li diji zilm û êşkenceyên bê serûbin ala berxwedanê hilgîrt û li hember Dehaqên hemdem serê xwe netewand.

Kawayê hemdem Mazlûm Dogan bi hemû biryarderiya xwe bi ser keleha zilmê de meşiya. Bi dirûşma. “Radestbûn xiyanetê, berxwedan serkeftinê tîne” meşaleya berxwedanê hilgirt û di 21’ê Adara 1982’yan de jiyana xwe ji bo gelê xwe û rêxistina xwe cangorî kir. Li dijî polîtîkayên tunehesibandin û tunekirinê Zekiye Alkan a ku meşaleya ku ji Mazlum Dogan dewr girt, li ser bircên Amedê bi bedena xwe geş kir, ji bo jinên Kurd ên ciwan bû peyamek. Belê piştî Zekiye Alkanê vê carê jî li dijî komkujî û koçberkirina gelê Kurd sala 1992’yan Rahşan Demîrel li metropola Tirkiyê li Îzmîrê agirê Newrozê bi bedena xwe pêxist. Çanda serhildanê li hemû Tirkiyeyê belav kir. Piştî Rahşanê vê carê jî Ronahî û Bêrîvanê ruhê Newrozê belavî hemû cîhanê kir.

Peyama ji agir û ala berxwedanê piştî çend salan ve carê dîsa taritiya zindanê ronî kir. Sala 1998’an Sema Yuceyê ev kevneşopî gihand asta herî jor. Zindan çiqas tarî be jî wê bi agirê bedena xwe tarîtî çirand. Bi taybetî di tekoşîna azadiya jinan de bû qonaxeke bêhempa. Peyama jiyana nû û azad da hemû jinên cîhanê.


Gelê Kurd 

û cejna Newrozê bûne yek

Bi van berdêlan naveroka tekoşîn, jiyan û Newrozê hat dagirtin. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku gelê Kurd û cejna Newrozê bûye yek. Mirov nikare wan ji hev cuda binirxîne. Lewre gelê Kurd bi roja Newrozê ya roja nûbûnê di her kêliya jiyana xwe de dijîn. Zarokên agir û roja bi ruhê Newrozê ber bi neteweya azad û demokratîk ve dimeşin. Bi şoraşa Rojava ev jiyan derket holê. Li Silopî, Sûre û Cizîrê bilind bû. Ev jiyan dê li her çar parçeyên Kurdistanê rengîn bê avakirin. Di Newroza beriya bi du salan de Rebêr Apo bi peyama “Em ê ne wekî berê şer bikin û ne jî wekî berê bijîn.”

Manîfestoya serdema nû xist rojava Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navin. Bi vê manîfestoyê em ê jiyana nû û azad di nav gelan de saz bikin. Em bi dirûşmeya “Bi Serokatiya Azad ber bi Neteweya Azad ve” hemû şehîdên Newrozê bi bîr tinin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Bi hêviya serkeftin û rojên Azad em cejna gelan  pîroz dikin ku li hember zilm û zordariyê têdikoşin. 


MAZLUM BATARAY / Girtîgeha Tîpa F a TEKÎRDAGÊ