Newroz îsal jî hat lê hîn neçûye… Neçûye ji ber ku Newroz ji bo ku pîroz bê divê peyama hatiye dayîn, tevî bihgihejin xwediyên wan divê pêdiviyên wan werin bi cih anîn. Weke sala par her awirê her kesî li ser Newroza Amedê bû û li wir jî li ser peyama Birêz Ocalan bû.

Ya ku hat fam kirin çi bû?
Newroz qonaxa yekemîn a dîroka hemdem bicih aniye ku qonaxa rabûna dîrokî û şiyarbûna netewî ye. Birêz Ocalan par xal danî ser vê qonaxa yekemîn a dîrokî û di qada serbazî da saleke bê şer û bê xwîn derbas bû. Êdî qonaxa dûemîn a avakirina saziyên xweseriye ye. Tevî her tiştek jî peyama "me rêyeke rast û durust da niye" hat dayîn.
Ji bilî peyama Birêz Ocalan cara yekem Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayîk peyama xwe bi dîmen da. Ev ne bûyerêke ji rîzê ye. ev pêngaveke dîrokî ye û bi ked û bedelên giran heya îro hat.  
Divê werê gotin ku ev Newroz îsal ne tenê ji bo gelê Kurd bû pêngaveke dîrokî, li hemû Tirkiyeyê gihişte wateyeke dîrokî. Prof. Dr. Dogu Ergil dibêjê; "Divê Cemîl Bayik û Ocalan ji bo siyastmedarên me bibin mînak ". Ev gotin bi serê xwe bese ji bo ku peyama Newrozê û giringiya wê li ser qonaxa pêşiya me bibînê.
Gelo yên li hemberî Kurd wê rewşê wê çi bikin? An xwedûbarekirina bi derbeyên serbazî û sivîl wê hewl bidin, an jî  pêngavên dîrokî bavêjin. Gelo wê bi kîjan argumanan wê pêvajo berdewam bike û çewa?  
Di herdû peyamah de girêdana Kurdan bi pêvajoya aştîyê hate ziman, hişyarî hatin kirin. Her wiha wezîfeya gel a ku wê rexmê taluke jî xwedî li nirxên xwe derkevin û kompolyên ku hîn bi şêwazên cuda berdewam dikin hate bibîrxistin. Par Birêz Ocalan qala sergoya dîrokê kir û wer xwuyaye wê hin rayedarên Tirk para xwe jê bigirin.
Di demeke de ku pêngavên dîrokî divê werin avêtin, zindan werin valakirin, komkujiya Parîsê û Roboskî werê ronî kirin, pêvajo ji giftugoyê wergere muzakereyê bi biberhem û bi gavên qanunî werê misoge kirin lê siyasetmedarên sistemê di nava kêşmekêşa nejadperestî û kompolgerî de digewizin. Serokwezîrê 80 milyon hemwelatî xwe rezîl kiriye û bi biryara girtina Tiwitterê xwe kiriye pêkenoka cîhanê.
Li gorê daxûyaniya YPG'ê, Hevserokê PYD'ê Salih Mûsilm û rêveberên din ên Rojava Kurdistanê êrîşên li ser Kobanî bi destpêkirina Newroza îsal da, bi koordîne û hevkariya Îran-Tirkiye-Sûriyeyê îşareteke pirr bi talûke ya vê qonaxê ye. Tê xwastin hevsengiyên bi xweseriya Rojava û bi hilbijartina 30 Adarê di berdewamkirina qonaxa xweseriya Kurdan da tê kirin, werê şikandin.
Wer xwuyaye di vê qonaxa dîrokî de hem hilbijartina 30 Adarê û hem jî berxwedana li Rojava rola kilîd dileyizin.
Peyamê ku gelê Kurd û demokrasîxwazên Tirkiyeyê li qadên Newrozê dan wê wergerene pengaveke dîrokî li sendoqên degdanê yên 30 Adarê de. Dîroka ku bi 3 kibirîtên Mazûlm Dogan li keleha zulmê, li zindana Amedê destpêkir û gihand roja îro hawceyî îspatê nake ku dîrok ji bo Kurdan paşda naçê û tevî dek û dolaban jî Kurd biyara xweseriyê daye û wê bibin serî.